DÎSK, KEKS, TMMOB û TTB’ê banga têkoşîna hevpar kirin

Serok û Hevserokên rêxistinên ked û pîşeyê seriyeke dane Nobeta Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê ku li Îzmîrê, Meydana Gundogduyê  didome.

Hevserok û serokên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê ji hêla Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay û wekîlan ve hatin pêşwazîkirin, serok û hevserokan ji bo nobetê piştevaniya xwe nîşan dan û bal kişandin ser giringiya têkoşîna hevpar.

Kemalbay malavayî li hevserok û serokên TTB, TMMOB, KESK û DÎSK’ê kir û got, ‘’Divê em hêzên demokrasiyê yên vî welatî werin cem hev û faşîzmê rawestînin. Ji bo vê em têdikoşin. Ev têkoşîn li ser milê me hemûyan peywireke girîng e. Em bi azmûneke demokrasiyê re hevrû bûne û em bawer dikin ku bi hev re em dikarin bi ser bikevin.’’

Piştî Kemalbay Serokê TTB’ê Raşît Turkel axivî û got: ‘’Di rewşa berdest de ku hemû maf û azadî hatine desteserkirin divê em têkoşîneke hevpar bidin. Em hemû hêzên demokrasiyê ev ji salekê zêdetir e vê dikin û em ê vê bidomînn.’’

Serokê TMMOB’ê Emîn Koromaz jî wiha axivî:’’ Behsa heq û hiqûqê kirin, rejîma yek zilamî, yek partiyê ava kirin. Lê em ê destûr ênedin vê pergalê. Ji bo bo ti siberoja vê pergalê nîn e.’’

Piştî Koromaz Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen axivî û wiha bi nav de çû: ‘’Heta ku dîktatoriyên faşîst têk biçin divê mezlûm û mexdûr têbikoşin. Di demeke kurt de hemû hêzên ku beriya 15’ê Tîrmehê, hewldana darbeyê li Tirkiyê têkoşîna demokrasiyê didan, bi hewldana darbeyê re rû bi rû bûn.’’

Serokê DÎSK’ê Kanî Beko piştevahiya xwe ji bo têkoşîna hevpar nîşan da û got: ‘’Îro li dijî desthilatdariya siyasî di nav muxalefeta civakî de, ji têkoşîna hevpar pê ve çareya me nîn e. Dibe ku sibe pir dereng be. Kevir pir hişk e. Heke ev kevir ne di nav xwînê de bihêle em ê pir bi derengî bikevin.’’

Herî dawî wekîlê HDP’ê Ahmet Yildirim axivî û got: ‘’Em ji çanda Mezopotamayê û Trakyayê zanin. Em bi hev re xurt in. Hêza wan a herî mezin ew e ku pêvajoya ku em werin cem hev asteng dikin. Divê ji eksê wan em werin cem hev, li welatê hevpar, ji bo dahatuyeke hevpar em bi hev re têbikoşin.’’