CPT: Di mijara mafên Ocalan de tengasî didomin

CPT: Di mijara mafên Ocalan de tengasî didomin

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê-CPT ku rapora xwe ya salekê aşkera kir, balkişande ser ku di mijara mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tengasî didomin û xwest Tirkiye berpirsyartiyên xwe bicih bîne.

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê rapora xwe ya faliyetên salekê aşkera kir û da diyarkirin ku, ew ji nêz ve rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê dişopînin. Heyeta ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 5 girtiyên li Îmraliyê hevdîtin pêkanî, xebatên xwe kirin rapor û ji Tirkiyeyê re şandin.

Endamê CPT ku di nav heyeta navbera dîrokên 16-17’ê Çileyê bi Ocalan re hevdîtin pêkanî de bû got, di mijara mafên bingehîn ên Ocalan de hinek tengasî hene. Alîkarê Serokê CPT Jean-Pierre Restellînî ku di nava heyeta hevdîtin bi Ocalan re pêkanî de bû, nirxandinek wiha kir: “Em dizanin ku giştî rewşa Ocalan girêdayî meseleya Kurd e. Ev rewş jî dê hinekê girêdayî vê bimeşe.”

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) rapora xwe ya faliyetên salekê îro di demjimêr 13:30’an de bi daxuyaniyek çapemeniyê aşkera kir. Di raporê de hate diyarkirin ku, serdana girtîgehên 47 welatên endamên Konseya Ewropayê kirine.

Heyeta CPT ku di nava sale de 2 caran çûye Tirkiyeyê, di serî de serdana Girtîgeha Îmralî, girtîgehên zarokan yên mexdûrên TMK’ê bigiştî çûne 10 girtîgehan.

‘PIRSGIRÊKA RAGIHANDINÊ YA OCALAN HÊJAN NEHATIYE ÇARESER KIRIN’

Endamê heyetê û alîkarê serokê CPT Jean-Pierre Restellînî jî ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû beşdarî civîna çapemeniyê bû. Restellînî da diyarkirin ku, di tenduristiya Ocalan de pirsgirêkên cidî tune ne û got: “Di kontrolên tenduristiyê de derbaz dibe, lê belê muayene ji aliyê kesên pispor ve nayên kirin.”

Restellînî bibîrxist ku, pirsgirêkên ragihandin û wkd ên Ocalan hêjan nehatine çareserkir. Alîkarê Serokê CPT’yê Jean-Pierre Restellînî aşkera kir ku, Ocalan ji wan re ragihandiye ku hevdîtin bi rayedarên hikumetê û Wezareta Edaletê kiriye û ev tişt gotin: “Ocalan di mijara ragihandina pirsgirêkan de pirsgirêkan najî. Lê belê di derbarê tiştên ku pêwîste werin kirine de me rapora xwe amade kir û me ji hikumetê re şand. Me mafên ku pêwîste Ocalan hebin dan diyarkirin. Weke ku di raporên me yên berê de jî cih girtî, mafê telefon kirina ji malbata xwe re, mafê ragihandina li ser daxwazê bi yek du kesan re ji bo karek taybet, mafê xweparastin û weke vana, tiştên ku bêne kirin hene.”

Restellînî da zanîn ku, wana rapor amadekirine, ji Tirkiyeyê re şandine û ew li benda bersiv û pêkanîna tiştên pêwîstin.

‘ME REWŞA ZAROKÊN MEXDÛRÊ ZAGONA DIJ TERORÊ LI CIHÊ WÊ HÛRKOLÎN KIR’

Restellînî da diyarkirin ku, wan serdana nêzî 10 girtîgehên zarokên mexdûrê zagona dij terorê kirine. Restellînî anî ziman ku, wana serdana girtîgehên zarokên rastî muameleya xirab, destdirêjiyê di serî de ya Amed, Erzirom, Dîlok û gelek girtîgehên din kirine. Restellînî got: “Raste zarok rastî êrîşên zayendî hatine.” Restellînî aşkera kir ku, zarokên girtî ên edlî destdirêjiya zarokên girtî ên siyasî kirine, ew rastî vê rastiyê hatine.

‘ZAROK HÊJAN RASTÎ TECAWIZÊ TÊN’

Restellînî da diyarkirin ku, agahiyên destdirêjiyên zayendî ên li hemberî zarokan ji wan re tên û got: “Em dişopînîn. Ji ber wê em hem sala borî û îsal jî çûn. Her carê em 8-9 roja man. Me tenê serdana Pozanti û Sîncanê nekir, me serdana girtîgehên din jî kir.”

Restellînî destnîşankir ku, berpirsên van êrîşên zayendî memûrê dewletê be, girtiyên edlî bin kî dibin bila ew bin, heta berpirsên van bêne aşkera kirin ew dê şopdarên vê mijarê bin.

‘DIXTOR RAPORÊN RAST AMADE NAKIN’

Restellînî got, ji ber tirsan dixtor têkildarî îşkence û muameleya xirab raporên pêwîst amade nakin, raporên direw amade dikin.