Ciwanên pêşengiyê ji Farqînê re dikin: Heta azadiyê em ê li ber xwe bidin

Jinên ciwan ên li Taxa Mescît a Farqînê pêşengiyê ji berxwedana gel re dikin têkildarî têkoşîn û armanca xwe ji ANF’ê re axivîn.

Ciwanên taxên Farqînê yên xwerêveberî hatine îlankirin diparêzin, diyar kirin ku armanca wan li hember zilmê avakirina qadên jiyana azad in û azadiya Ocalan e. Ciwanan gotin: ''Heta dewlet ji qadên me derkeve, heta Rêbertiya me azad bibe wê berxwedana me bidome.”

Li Taxa Mescît a Farqînê ji jinên ciwan Ekîn Firat û Rodî Amed ên pêşengiyê ji berxwedana gel re dikin armanc û têkoşîna xwe ji ANF’ê re vegotin.

'EM LI HEMBER ZILMA DEWLETÊ LI BER XWE DIDIN'

Ekîn Firat:

"Li hemberî zîncîrên koletiyê yên pergal li ser gel ava dike min di nav berxwedanê de cih girt. Dewlet li vir bi tank û topan êrîşî me dike. Gelê me qetil dike. Em  wek hêza xweparastinê li vir in, gelê me yê sivîl jî bi me re li ber xwe didin. Bi doçka, tank û bombeyan êrîşên li hember gel ne li gor ti wijdanî ye. Di ti demên dîrokê de nehatiye nivîsandin.

Zilma ku vî gelî ji vê dewletê kişandiye di ti rûpelên dîrokê de nehatiye nivîsandin. Armanca me ne tenê kolandina xendekan e. Armanca me ev bû ku em nîşan bidin bi xendekan em dikarin teknîka pergalê têk bibin. Xendek li hember êrîşên li hember gelê me parastineke. Vir qadên ku em gelê xwe li hember zilma dewletê diparêzin.”

BANG LI JINÊN CÎHANÊ

Ev cihên ku pirsgirêkên bi destên dewletê nayên çareserkirin, em li vir çareseriya dafirînin. Zilma li vir pêk tê ne tenê li hember gelê Farqînê ye, ne tenê li hember jinan e, ev zilma li hember tevahî jinên cîhanê ne. Ji ber vê jî em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku bila piştgiriyê bidin berxwedana me û lê xwedî derkevin.

Armanca me, ne parçekirina welat e, divê ev bi awayekî zelal bê zanîn. Em dixwazin gelên Kurd û Tirk li ser vê axê azad bijîn. Armanca me ew e ku bila alên her du gelan bi hev re li ezmanan bin. Jixwe em li dijî parçekirin û sînoran e.”

‘EM Ê XWE BI XWE RÊ VE BIBIN’

Rodî Amed:

“Ez zarokê vî gelî me, mirovekî sivîl im. Ez ne endamekî ti rêxistinê me. Ez mirovê vê taxê me. Em dixwazin çi bikin; em dixwazin vê dewleta dawî li zilma xwe ya li ser gelê me bîne. Em dixwazin em xwe bi xwe rê ve bibin. Em gihiştine asta xwerêvebirinê. Em dixwazin li ser esasekî azad û demokratîk jiyana xwe bidomînin. Gelê me vê dixwaze.

'HETA RÊBER APO AZAD NEBE BERXWEDAN BI DAWÎ NABE'

Daxwaza me ya din jî azadiya Rêber Apo ye. Heta Rêber Apo azad nebe û neyê nav me, em ti carî dest ji têkoşînê bernadin, xendekan tijî nakin. Bila her kes vê wisa zanibe û li gor vê tevbigere.”

...