Ciwanên Kurd wê ji bo azadiya Ocalan dakevin qadan
Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan wê ji 9'ê Tebaxê û pê ve li gelek bajarên Fransa, Elmanya û Swîsreyê meş û çalakiyan lidar bixin.
Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan wê ji 9'ê Tebaxê û pê ve li gelek bajarên Fransa, Elmanya û Swîsreyê meş û çalakiyan lidar bixin.
Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, wê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meha Çileyê dan destpêkirin, di nava meha Tebaxê de jî bidomînin. Komîteya Çalakiyê ya Ciwanên Azad der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.
Komîteya çalakiyê bibîr xist, ku Ocalan ji sala 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdê de ye û destnîşan kir, ku ev tecrîd di rewşa heyî de hatiye şidandin.
Komîteyê diyar kir, ku destûr nayê dayin parêzer û malbata Ocalan hevdîtinê pê re bikin û da zanîn, rejîma Erdogan-Bahçelî ya faşîst dixwaze bi girankirina tecrîdê re her rojê li gelê Kurd bike 'Roja Reş'.
KAMPANYA JI BO AZADIYA RÊBER APO
Komîteyê destnîşan kir, ku ciwanên Kurdistanê li dijî tecrîdê her tim di nava çalakiyan de ne û wiha dewam kir: "Em Ciwanên Azad dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re careke din nîşan didin. Em baş bi dîroka xwe dizanin û haya me ji giraniya rexnedayina ku divê em ji bo Rêberê xwe bidin, heye. Ji ber vê yekê, di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de ku me Çileya 2017'an dan destpêkirin, ji bo azadiya Rêber Apo me çalakî lidar xistin û em van çalakiyên xwe berfireh dikin."
CIWAN WÊ BI ERKA PÊŞENGIYÊ RABIN
Komîteya Çalakiyê da xuyakirin, ku wê di çarçoveya kampanya 'Azad bike' de çalakiyan lidar bixin û wiha dewam kir: "Bi pêşengiya Ciwanên Azad, ji bo azadiya Rêberê me wê gelek çalakî pêk werin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên li Ewropayê, gleê me yê welatparêz, dostên me, rêxistinên sosyalîst û enternasyonalîst û hemû pêkhateyan dikin ku beşdarî meş û çalakiyên 9, 12 û 19'ê Tebaxê bibin."
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYÊN LI EWROPAYÊ
ELMANYA
Hambûrg:
-Meş wê 12'ê Tebaxê saet di 16:00 de li Gansemarktê dest pê bike.
Dortmûnd:
-Meş wê 12'ê Tebaxê saet di 16:00 de li HBF dest pê bike.
FRANSA
Parîs:
-Meşa navendî wê 9'ê Tebaxê pêk were.
Marsîlya:
-Meş wê 9'ê Tebaxê saet di 19:00 de li La Canebîere dest pê bike.
Strasboûrg:
-Di navbera 9 û 11'ê Tebaxê de wê li ber Katedrala Strasboûrgê kon bê vedan.
-Meşa bi meşaleyan wê 12'ê Tebaxê saet di 19:30 de li ber stasyona trenê ya navendî ya Strasboûrgê dest pê bike.
SWÎSRE
Basel:
-Meşa navendî wê 19'ê Tebaxê saet di 16:00 de li Dreîrosenbrucke dest pê bike.