Ciwanên ku şideta li girtîgahan protesto kirin rastî êrîşa polîsan hatin
Ciwanên ku şideta li girtîgahan protesto kirin rastî êrîşa polîsan hatin
Ciwanên ku şideta li girtîgahan protesto kirin rastî êrîşa polîsan hatin
Li Edeneyê bi armanca protestokirina şidetên li girtîgehan ciwanên ku çalakî li darxisitin rastî dest werdana polîsan hatin. Gelek ciwan hatin binçav kirin.
Li taxa Şakirpaşa a Edeneyê li ser kolana Ova hejmarekî zêde ciwan hatin gel hev û bi armanca protestokirina şideta li girtîgehan çalekî pêk anîn. Ciwanên ku rêya bingehîn li hatin û çûnê girtin, lastîkên wesayitan şewitandin û dirûşmên jib o PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berzkirin.
Polîsên ku hatine cihê buyerê li gel wesayitên zirxî bi ava şid û bombeyên deng êrişî ciwanan kirin. Piştî ku ciwanan bi keviran bersiv da êrişa polîsan, ketin taxan, di navbera wan û polîsan de demekî dirêj pejçûnan berdewam kir. Hat ragihandin ku di bûyerê de hejmarekî zêde kes hatine binçav kirin. Yên ku hatine binçav kirin û birine karakola polîsan a taxa Şakirpaşa 3 zarok piştî ku îfadeyên wan girtin hatin berdan. Lê ne hat zanîn ka girtiyên din birine kû derê.