Ciwanên ku şideta li girtîgahan protesto kirin polîsan êriş kirê

Ciwanên ku şideta li girtîgahan protesto kirin polîsan êriş kirê

Li Edena bi armanca protestokirina şidetên li girtîgehan ciwanên ku çalekî li darxisitin li rastî dest werdana polîsan hatin. Gelek ciwan hatin binçav kirin.

Li taxa Şakirpaşa a Edeneyê li ser kolana Ova hejmarekî zêde ciwanên ku hatine gel hev, bi armanca protestokirina şideta li girtîgehan çalekî kirin. Ciwanên ku rêya bingehîn li hatin û çûnê girtin, lastîkên wesayitan şewitandin û dirûşmên ji bo PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qêriyan.

Polîsên ku hatine cihê boyerê li gel wesayitên zirxî bi ava şil û bombeyên deng êrişî ciwanan kirin. Piştî ku ciwanan êrişa polîsan bi keviran bersiv da, ketine nava taxan, di navbera wan û polîsan de demekî dirêj pejçûnan berdewam kir. Hat ragihandin ku di boyerê de hejmarekî zêde kes hatine binçav kirin. Yên ku hatine binçav kirin û birine karakola polîsan a taxa Şakirpaşa 3 zarok piştî ku îfadeyên wan girtin hatin berdan. Lê ne hat zanîn ka girtiyên din birine kî derê.