Ciwanên Bokanê darvekirina siyasetmedarên Kurd şermezar kirin
Ciwanên Bokanê darvekirina siyasetmedarên Kurd şermezar kirin
Ciwanên Bokanê darvekirina siyasetmedarên Kurd şermezar kirin
Bi armanca şermezarkirina darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd Gulperîpur û Îsmaîlî, komek ji ciwanên bi navê "Ciwanên Apoyî" duh bi şev li tax û kolanên bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan lidar xist.
Bi sedema nerazîbûna bidarve kirina 2 girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbulla Gulperîpur û Reza Îsmaîlî, duh bi şev ciwanên Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê ku xwe weke ‘Ciwanên Apoyî’ binav kirin li nava tax û kolanên bajêr nerazîbûn nîşandan. Ciwanan di xwepêşandanê de kîn û nerazîbûna xwe li dijî kiryarên rejîma Îranê anîn ziman.
Ciwanan di xwepêşandanê de wiha gotin: “ Em ciwanên Apoyî yên bajarê Bokanê bidarvekirina herdu girtiyên siyasî yên Kurd Hebîbulla Gulperîpur û Reza Îsmaîlî bi tundî şermezar dikin. Em wekî ciwanên Apoyî soza berdewam kirina doza hemû cangoriyên Kurdistanê didin, emê wekî ciwanên Apoyî yên Bokanê li herderê di nava çalakiyan debin û emê tola van kiryarên dij mirovahî, ji rejîma Îranê bistînin.”