Ciwanan li Zurichê ji bo Ocalan îmze berhev kirin

Ciwanan li Zurichê ji bo Ocalan îmze berhev kirin

Ciwanên Kurd li bajarê Swîsre Zurichê jibo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhev kirin.

Kampanyaya ji Ocalan re Azadî ku 6’ê îlona 2012 li paytexta Belçîka Brukselê hatibû destpêkirin, li seranserê cîhanê berdewam dike.

Di çarçoveya kampanyayê de li bajarê Swîsre Zurichê ciwanên Kurd standa îmzeyan danî. Ciwanan derbarê kampanyayê de agahî dan û 500 îmze berhev kirin.

Ciwanan bal kişand ser pêvajoya çareseriya demokratîk ku ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin û diyar kirin ku ji bo ev pêvajo bi saxlemî pêş bikeve divê Ocalan azad bibe.