Ciwanan li Moskowayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Li Moskowayê, komek ji ciwanan a bi pêşengiya Tevgera Ciwanan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir.

Ciwanên ku li ber Navenda Civaka Kurd a li paytexta Rûsya Moskowayê li hev civiyan, pankartên bi nivîsa "Efrîn bi tenê nîne", "Kujer Erdogan", "Rûsya nebe hevparê vî sûcî" û "Rûsya guh bide dengê Kurdan" vekirin.

Bi navê ciwanan Davîd Odî axivî û got, "Cîhan tev dizane ku faşîstên Tirk li dijî Kurdan e. Lê belê ya ku me diêşîne ew e ku Rûsya bi Tirkan re bûye yek û êrîş li Kurdan tê kirin. Divê dewleta Rûsyayê nebe hevparê sûcê li dijî mirovahiyê. Dewleta Tirk a faşîst ku Rûsya niha piştgiriyê dide wê, li Efrînê sivîlan dikuje. Eger hûn li pêşberî vê komkujiyê bêdeng bimînin, hingî hûn ê bibin hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bijî Kurdistan" qediya.