Ciwan li Viyanayê meşiyan

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, aktîvîstên TÊKO-JIN TCŞ'ê di çarçoveya pêngava 'Bi hev re Serhildan' de meşiyan.

Aktîvîstên TÊKO-JIN û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Awûstûrya Viyanê bi şiyara "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re! Bi hev re Serhildan" meşek li dar xistin.

Kurdistanî bi pêşengiya ciwanan saet di 18:30 de li Karlsplatzê li hev kom bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê, bi navê TCŞ'ê axaftin hate kirin. Qiseker bal kişand ser êrişên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk, dagirkeriya li Kurdistanê û berxwedana li Heftanînê.

Girseya gel piştre meşiya û pankartên bi nivîsa "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re Serhildan" û "Bes e ji qirkirin û dagirkeriyê re; azadî ji Abdullah Ocalan re" hilda.

Meşvanan bi alên HDP'ê bal kişandin ser êrişên qirkirina siyasî û dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Faşîst Erdogan", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" qîriyan.

Endamên kom û rêxistinên çep û sosyalîst jî di nav de nêzî 250 kes tevlî meşê bûn.

Di çalakiyê de êrişên li ser HDP'ê jî hatin şermezarkirin.

Meş li Schwarzenbergerplatzê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bi hev re Serhildan" bi dawî bû.