BI DÎMEN

Civyan: Bi azadkirina Şengalê re me soza xwe anî cih

Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Civyan got ku azadiya Şengalê diyarî hemû gelê Kurdistanê dikin.

Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Civyan got ku azadiya Şengalê diyarî hemû gelê Kurdistanê dikin.

Fermandarê HPG’ê Civyan diyar kir ku gerîla pêşengî ji pêngava azadkirina Şengalê re kiriye, lê hin derdor vê rewşê înkar dikin.

Fermandarê gerîla Civyan nerazîbûn nîşanî kesên hebûna gerîla ya li Şengalê înkar dikin kir û got: “Me soza daye şehîdên xwe bi cih anî. Em li bendê bûn Şengal di bin fermandariyeke hevpar de bê azadkirin, lê hin hêz nêzî vê nebûn. Li vir hin kanalên televizyonan dema gerîla dibînin berê kamerayên xwe diguherin. Ev nêzîkatî berevajî berjewendiyên gelê me ye. Li vir her kesî di berxwedanê de cih girt, lê gerîla pêşengî ji vê berxwedanê re kir.”

Fermandarê HPG’ê yê Şengalê Egîd Civyan, piştî azadkirina Şengalê bi çend saetan ji ANF’ê re axivî.

‘BERXWEDANA 15 MEHAN ÎRO SERKETIN ANÎ’

Fermandarê HPG’ê Civyan diyar kir ku ev 15 meh in berxwedaneke mezin tê nîşandan û vê berxwedanê îro serketin aniye.

Civyan got ku serketina Şengalê di serî de li civaka Êzidî diyarî hemû gelê Kurdistan û şehîdan dikin. Civyan hêzên HPG, YJA STAR, YBŞ, YPJ-Şengal û pêşmerge yên di operasyona azadkirina Şengalê de cih girtin spas kir.

‘JI BO EGERA BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN XWE ME ŞENGAL AZAD KIR’

Civyan diyar kir ku li çiyayên Şengalê 15 hezar mirovên sivîl li gel berxwedêran man û axa xwe terk nekirin. Civyan wiha berdewam kir: “Ev mirovên me cihên pîroz terk nekirin û ji bo vê serketinê tevkariyek mezin kirin. Me li vir berdêlên pir mezin dan, gelek hevalên me şehîd ketin. Ji bo bîranîna wan me Şengal azad kir.”

Civyan pirsên der heqê bê ji bo çi operasyona Şengalê dereng ket jî bersivand û di vê mijarê de got: “Kanûna sala par ji bo azadkirina Şengalê me amadekariyên mezin kirin. Wê demê me bang li hêzên pêşmerge jî kir. Me gelek hevdîtin pêk anîn û gelek cih azad kirin. Lê rayedarên pêşmergeyan gotin ku niha di rojeva wan de tiştekî wiha tineye, bisekinin. Wê demê me korîdor vekir û me ji bo azadkirina Şengalê dest bi pêngavê kir. Heta komek pêşmerge jî tevlî vê pêngavê bû. Lê hinek hêz ji vê re bûn asteng lewre pêngav pêk nehat. Tiştê îro qewimî wê 11 meh berê çêbiba. Eger hêzên pêşmerge tevlî bibûna wê Şengal 19’ê Kanûnê 2014’an azad bibûya. 11 mehan em li benda îro man.”

‘LI VIR TENÊ DIJMINEK HEYE, PÊWÎST E DI BIN BANÊ FERMANDARIYEKÊ TEVGER ÇÊBIBE’

Civyan banga li Şengalê fermandariyek hevpar ji nû ve kir û wiha got: “Li vir dijminekî hevpar heye. Me li hember vî dijminî tevgera di bin banê fermandariyekê gelek caran anî rojevê. Pêwîst e hêzên berxwedêr jî bibin yek. Me her tim ev got. Lê me dît xwe naspêrin vê û pêvajo dirêj dibe, em jî ketin tevgerê. Pêngava 8’ê Cotmehê li Geliyê Şîlo ji aliyê YBŞ’ê hat destpêkirin me jî wek hêzên gerîla piştgirî danê û ew der azad bû. 2’yê Mijdarê me li hember herêma navbera Rojava û Şengalê pêngavek da destpêkirin û 9 gund hatin rizgarkirin. 3 roj in em ji bo navenda bajarê Şengalê ketin nav tevgerê û operasyonê duh destpê kir. Vê sibê hêzên me navenda Şengalê xistin bin kontrolê.”

Civyan der barê demên ketina Şengalê jî  wiha axivî: “Dema hêzên gerîla û YBŞ’ê ketin navenda Şengalê li hin cihan pevçûnên sivik çêbûn. Lê zêdetir çete direviyan. 3 çete bi saxî hatin girtin. Me soza xwe ya bi şehîdan bi cih anî.”

Civyan destnîşan kir ku ji bo cihên din ên li herêmê jî bigirin wê gerîla di nav tevgerê de bin û wiha berdewam kir: “Cihên pîroz ên gelê me yê Êzidî hê jî di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne. Ji bo van deveran jî azad bikin, em ê têbikoşin.”

‘GERÎLA LI VIR LI BER XWE DA Û BERDÊL DA’

Civyan li hember nêzîkatiyên ku gerîla li Şengalê ji nedîtî ve tê bertek nîşan da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li vir gerîla heye, YBŞ heye û hêzên pêşmerge heye. Lê gerîla pêşengiya vê pêngavê kir. Pêwîst e spasiya me jî bikirana, ne pirsgirêke bila nekin. Lê em spasiyên gerîla, YBŞ, pêşmerge, her kesê ku di vê pêngavê de xwedî ked dikin. Gerîla li vir li ber xwe daye û berdêl dane. Ti kes nikare hebûna gerîla înkar bike. Hin televîzyonên tên vir dema gerîla dibînin berê kamerayên xwe diguherin. Nêzîkatiyên bi vî awayî zerarê digihîne berjewendiyên neteweyî yên gelê me. Ti kes nikare bibêje bila gerîla ji vir derkeve, em ferzkirinên wiha qebûl nakin."