Çîroka hevpar a Hozan Mizgîn û Karapetê Xaço

Çîroka hevpar a Hozan Mizgîn û Karapetê Xaço

Dawiya salên 1970’ê…Li deşta Bişêriyê govend digeriya, gava karwaneke ji wesaîtan diçû gundê Bilêyder’ê, ji kursiya pişt otobusekê dengê jineke ciwan dihat. Tiştekî qels, zehîf bû, lê otobus bi dengê wê dihejiya. Jin, mêr, zarok herkesên li otobusê bi baldariyeke mezin guh didan sirûda „Herne Pêş“ a vê keça ciwan digot.

Ji bo hin kesên nû ev sirûd dibihîst, gotinên wê giran bû, lê li ber dengê vê keça ciwan şa bûbûn. Hingî jineke Kurd dev ji gotina stranan berde, weke şerm dihat dîtin ku bi tena serê xwe derkeve kolanan. Ji aliyekî din ve, çirûskên agirê „şoreşê“ yên „Apociyan“ vêxistibû, xwe gihandibû deşta Bişêriyê, ketibû nava dilê keçeke ciwan û di otobuseke tijî însan de, di wan rojên mirin li her derê digeriyan de, sirûdeke „Kurdperest“ û ewçend jî xeter, digot.

Gundiyê kal Hecî Seyîd, ku helbesta Cegerxwîn a „Herne Pêş“ yekemcar li vê der bihîst, rabû ser xwe û çû li gel şofor rûnişt. Dema yên li pişt otobusê gotin, „Apê HecÎ çi bû, çima tu çûyî pêşiyê“, Apê Hecî ev bersiva pêkenok da; „Ma ev keça ciwan ji ser sibê ve nabêje herne pêş herne pêş, vaye ez jî hatim pêş…“

Ew keça ciwan Gurbet Aydin bû, nayê zanîn ka „Herne Pêş“ strana yekemîn a di dewata xalê xwe de gotibû yan na, lê mîn gotinên vê sirûdê jiya û li ber xwe da; "Birayên delal hûn werin Kurdino/ Bihişta welat em herin merdino/ Heger hûn neyên va ne keç em meşîn/ Bese koletî serfiraz her bijîn/ Herne pêş herne pêş dewr û dem ya we ye/ Welat çav li rê bendewarê me ye"

Gurbet Aydin di sala 1962’an de li Êlihê hat dinê, malbata wê ji gundê Bilêyder’ê bû. Êlih hingî bi tevgera karkeran û rêxistinbûyîna xurt a sendîkavanan bal dikşand. Rêya yek ji damezrînderên PKK’ê Mazlûm Dogan li vî bajarî ketibû û „Tevgera Apocî“ mal bi mal li vê derê birêxistin kiribû. Êlih ji ber hemûna petrola xwe, ji bajarên derdorê koç didît û jib o amadekariya şoreşeke sosyalîst a Kurdistanê, xwedî bingeheke bêhempa bû. Ev yek hinekî bi ser jî ketibû. Di hilbijartinên herêmî yên asla 1979’an de, namzetê tevgera Kurd Edîp Solmaz bi ser ketibû, bûbû Serokê Şaredariyê. (Edîp Solmaz 29 roj piştî hilbijartinê hat kuştin.)

Li Êlihê, yek ji ciwanên ku Mazlûm Dogan destpêkê ew birêxistin kiribû, fermandarê „15’ê Tebaxê“ Mahsûn Korkmaz bû. Wî jî, ciwanên bedew ên mîna Gurbet Aydin birêxistin kiribû. Nayê zanîn k ev nazdariya dîrokê ye yan na, lê Gurbet Aydin wê piştî demekê li ser Korkmaz bi navê „Egîd“ bisitriya bi lorandibûya. Di tarîtiya 12’ê Îlonê de, Gurbet Aydin û komeke ciwan ji Êlihê tevlî refên PKK’ê bûn, derketin Sûriyê ji wê derê çûn Bekaa’yê û di nava komên yekemîn ên li kampê perwerde dîtin de cih girt.

Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd di nava salên 1980 de Hozan Mizgîn şand Ewrûpayê. Wê ji xebatên çand û hunerê re pêşengî kir, xwe gihand damezrandina Hunerkom û Koma Berxwedan. Di wan salan de, di pîrozbahiyên Newrozê û „şevên partiyê“ de bi bejna xwe ya dirêj û dengê xwe yê zelal, bal dikşand. Dîmenên wê di kasetên VHS de dihatin zêdekirin û nifşê nû bi stranên wê yên şoreşgerî mezin dibû; „Çemê Hêzil“, Gundîno Hawar“.

Hozan Mizgîn, di destpêka salên 1990’î de mîkrofon danî, çek hilda û bû gerîla. Dengê wê êdî li kasetên qexedekirî yên li her gundên Kurdan bicih bû, yên ku ew weke fermandareke gerîla li pêşberî xwe didît, matmayî diman. Şoreşa Kurdistanê di kesayetiya wê de xwe dida der. Bi dengê xwe yê şewat, hunermendî, jin û bêtirsiya xwe, ew gerîlayek bû. Di 11’ê Gulana sal 1992ân de gava li Tetwanê ji bo nekeve destê „dijmin“ fîşeka dawî bera bedena xwe da, ew ji bo hunermendekî din ê şoreşê Hozan Serhed bûbû „Mizgîna Leheng.“

***

Garabat Haçadruyan, ku dûre bûbû „Karapetê Xaço“ yê Kurdan, ew jî ji gundê Bilêyderê bû. Garabet Ermenî bû, ji xwe li deşta mezin a Bişêriyê Êzidî, Suryanî û Ermenî bi hezaran salan li gel hev jiyan. Di jenosîda 1915’an de Garabet zarokekî 12 salî bû û bi şensê jê saxî filitî bû. Garabet wê dûre ji bo Kurdan bibûya „Ciwanê belengaz ê Ermenî“ û dengê xwe yê dilşewat ê Kurdî, xwe li jiyanê bigirta.

Li dû raperîna Şêx Seîd, wê bi hin eşîrên Kurdan re bihata sirgûnkirin û di rêgaha Ozan Mizgîn, ji „Bin Xetê“ ber bi Sûriyê ve biça, salên dûr û dirêj li wê derê bijiya û di dawiya sala 1940 de biça Ermenîstanê. Karapetê Xaço, di 15’ê Çileya sala 2005’an de di 103 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe û li dû xwe arşîveke mezin a dengbêjiyê hişt. Wê bi klamên xwe „Filîtê Quto“, „Lawikê Metînî“, „Evdalê Zeynê“ û „Eyşana Elî“ wê jiyan bida destanên Kurdî.

Hozan Mizgîn û Karapetê Xaço, di demên cihê de li heman axê hat dine, herduyan ji sirgun, trajedî û berxwedanên li Kurdistanê re şahidî kirin. Yek ji wan dengbêjê me yê jîndar bû, bi qasî 50 salan dengê wî di radyoya Êrîwanê de hat bihîstin, ji çiyayê Elegezê heta deşta Bişêriyê bi klamên xwe re giyan da zanyariya Kurd û weke „Dengê demên berê“ ket bîra me. Ya din jî, di rojên şer ên li Kurdistanê de, weke hunermenda jin a dema nûjen a Kurd, bû giyana berxwedana Kurd û dengê şoreşa Kurdistanê.