‘Çima kevirê destpêkê, hezkiriyên me diavêjin’

‘Çima kevirê destpêkê, hezkiriyên me diavêjin’

Lîstika şano “Şîret” a li ser mijarên kuştina jinan, zewaca bi zor û bi temenê biçûk û bi xwezgînî, li Hambûrgê hat nîşandan.

Lîstika “Şîret” a Sedat Bariş ji çîroka jiyana dotmama xwe afirand, li bajarê Elmanya Hambûrgê di 10-11’ê Gulanê de hat nîşandan. Nîşandana lîstikê ji aliyê Meclîsa Jine ya Rojbîn ve hat organîzekirin û ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya ya Amedê ve hat lîstin.

Lîstik li kompleksa çandê ya 3. A Werkstadt saet di 19.00’an de hat lîstin. Şano ji aliyê şanogerên NÇM’ê Rûgeş Kirici û Omer Şahîn ve hat lîstin, teknîk û ronahî jî ji aliy3e Ro Ogûz ve hat dîzaynkirin.

Lîstika şano “Şîret” a li ser mijarên kuştina jinan, zewaca bi zor û bi temenê biçûk û bi xwezgînî, xwe dispêre çîrokeke rastî ya jiyanê.

Lîstika ku jiyana keça ciwan a bi navê Şîret ku dixwazin wê bi zorê bide zewicandin rave dike, berî niha li gelek bajarên Kurdîstan û Tirkiyê hat nîşandan. Şîret, ku bêyî daxwaza xwe, xwestin ew bi zilamekî jê mezintir bizewicîne, roja dawetê ji malê direve, lê ti cih nabîne xwe bispêrê.

Piştî ku ji malê direve, Şîret bi “bênamûsiyê” ji aliyê gundî û xizmên xwe ve tê sûcdarkirin û rola vê fermanê jî ji birayê wê yê li heman malê heman xwarin bi hev re parvekirin, tê dayîn. Şîret gava hewl dide xwe ji bêçaretiyê xwe bikuje, li çerçiyekî rast tê û ew ji mirinê tê rizgarkirin. Diyaloga navbera Şîret û çerî jî, neheqiya li Kurdistanê li jinê tê kirin, tê ravekirin.

Çerçî hewl dide pêşî li darvekirina Şîretê bigire û tiştên bi vê armancê qalê dike, komîk e lê bûyerên hatine jiyîn e. Şîret di vê kêliyê de li ser neheqî û zilmê weha dibêj; “Çima birayên me, bavên me, xizmên me dibin kujerên me. Kes nizane, bi çend kujerên xwe re heman malê parve dikin. Çima kevirê destpêkê xizmên me diavêjin me.”

Lîstik, li pêwendiyeke mezin a temaşevanan rast hat.