'Cîhan tev bi TIR ên MÎT'ê dizane, kes naxwaze Erdogan bibîne'

Parlamenterê Çewlikê yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, di çalakiya 'Nobeda Wijdan û Edaletê' de ku li Stenbolê didome, polîtîkaya derve ya Erdogan nirxand.

Çalakiya 'Nobeda Wijdan û Edaletê' ya HDP'ê, ku li Parka Yogûrtû ya Stenbolê tê lidarxistin, di roja çaremîn de ye. Rayedarên partiyê civîna çapemeniyê ya rojane lidar xistin. Daxuyanî îro ji aliyê Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Têkiliyên Devre Berpiryar Hişyar Ozsoy ve hate dayin. 

Ozsoy destnîşan kir, ku Erdogan li cîhanê bi tenê maye û got, "Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Erdogan dorfireh dibe." Ozsoy diyar kir, berdêla vê tecrîdkirinê jî gel dide.

JI BO DESTHILATDARIYA XWE BIDOMÎNE, LI HUNDIR POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ DIMEŞÎNE

Hişyar Ozsoy anî ziman, Erdogan ê ku li cîhanê tecrîd bûye, ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomîne li hundir polîtîkaya tecrîdê dimeşîne û got, "Lê belê ti desthilatadrî bi zilm û zordariyê li ser piyan nemaye. Desthilatdarên xurt, ew desthilatdar in ku nayên dîtin. Ji ber ku ji aliyê gel ve hatine pejirandin."

CÎHAN TEV BI TIR ÊN MÎT'Ê DIZANE

Ozsoy bibîr xist, ku beriya niha bi demeke nêz Erdogan ji Demîrtaş re gotibû terorîst û wiha dewam kir: "Lê belê ya ku em li derve dibînin ev e: Erdogan yekane lîder e ku li cîhanê destekê dide terorîzmê. Cîhan tev bi TIR ên MÎT'ê dizane, têkiliyên wan ên li Rojava kete navê tê zanîn. Tenê ji bo dijberiya li Kurdan bike, li Sûriyeyê ketiye nava çiravê. Hê du roj berê McGurk Tirkiye sûcdar kir ku destûrê dide lîderên El Nûsra ji sînor derbas bibe."

Parlamenterê HDP'yî Hişyar Ozsoy da zanîn, ku demeke dirêj e di navbera DYA û Erdogan de nakokî li ser Rojava heye û got, "Hemû hewldanên Erdogan ji bo wê ye ku Kurd li Rojhilata Navîn nebin xwedî mafekî. Wekî din polîtîkayeke xwe nîne. Gelek caran got 'ya em ya jî ew'. Timî jî di binî de ma. Li şûna ku carekê aqlê xwe bîne serê xwe û hewl bide bi Kurdan re têkiliyeke dostane deyne, rabû têkiliyên bi DYA re tevlîhev kir."

KES NAXWAZE RÛYÊ ERDOGAN BIBÎNE

Ozsoy bal kişand ser krîza kûr a bi Ewroapyê re û got, "Tirkiye xist pêvajoya şopandinê. Ev tê vê wateyê: Li ber çavên Ewropayê Tirkiye dewleteke demokrasî û hiqûqê nîne."

Ozsoy destnîşan kir, ku ev şerê ku Erdogan timî bi Ewropayê re dike êdî rê li ber rewşeke bêzariyê vekiriye û wiha dewam kir: "Li Ewropayê kes naxwaze dengê Erdogan bibihîze, kes naxwaze rûyê wî bibîne. Hikumet bi vî mejî biçe, wê piştî hilbijartinên 25'ê Îlonê yên li Elmanyayê pêkanînên gelekî giran bibîne. Fatûraya vê jî wê ji aliyê her kesî ve bê dayin. Em hêvîdar in wê Erdogan aqlê xwe bîne serê xwe. Di rewşeke berevajî de wê civak tev bikeve nava rewşeke zor û zehmet."

Ozsoy bal kişand ser îdîayên ku hikumet dibêje wan têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re baş kiriye û got, "Ev ne rast e. Rûsyayê Tirkiye xistiye nava kefa destê xwe. Operasyona Efrînê di rojevê de bû, leşker li ser sînor bi cih kirin. Lê belê DYA piştgiriya xwe ji artêşa azad vekişand. El Nûsra, koma Ahrar ûş Şam ku Tirkiye piştgiriyê dide wê, ji Îdlibê derxist. Niha Erdogan li ber Rûsyayê digere û di mijara Efrînê de zemînekê dixwaze. Rûsya hê firingiyan jî nakire. Lê belê di medya AKP'ê her gavê dibêje 'Dostê me Pûtîn, dostê me Pûtîn'. Li holê makîneyeke propagandayê heye."

TENÊ DOSTÊ XWE EMÎRÊ QATARÊ YE

Ozsoy got, "Rewş welê trajîk e; Tirkiye hem bi Îranê re pirsgirêkan dijî hem jî bi Erebîstana Siûdî re ku Îran û Erebîstana Siûdî hevrikên hev in. Tenê dostekî xwe li Rojhilata Navîn maye, ew jî Qatar e."