Cezayê li Demîrtaş û Onder hate şermezarkirin

Rêxistinên Bajêr a HDP’ê, cezayê li Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder şermezar kirin, hate gotin AKP’ê aştî kiriye hedefa xwe.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê têkildarî cezakirina Hevserokê Giştî yê berê Selahattin Demirtaş û endamê Heyeta Gireva Îmraliyê Sirri Sureyya Onder de bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Di şexsê Demirtaş û Onder de heviya aştî û çareseriyê ya gelên Tirkiye hat cezakirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, têkildarî cezakirina Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Endamê Heyeta Grava Îmraliyê Sırri Sureyya Onder bi hevre daxuyanî dan çapemeniyê. Li Amedê li ber avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de rêveber û parlamenterên HDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Şerif Çamçi, diyar kir ku Demîrtaş û Onder ji ber ku rola aştî û çareseriyê dan ser milê xwe hatin cezakirin û wiha got: “Hem vekirina dozê û hem jî cezayê li wekîlan hatiye birîn li dijî hiqûq û zagonan e. Bi tevahî biryara siyasî ye. Ev biryar, biryara hikûmetê ya li dijî aştî û çareseriyê ye. Nîşaneya politîkaya kesên ku di şer de israr dike ye. Di şexsê Demîrtaş û Onder de aştî û çareserî hatiye cezakirin.

Koalîsyona AKP-MHP ji bo şerê li derve dibe navbêynkar. Lê aştiyê ji bo gelê Kurd û Tirkiye layik nabîne. Koalîsyona AKP-MHP'ê mahra xwe nû dike. Bi cezakirina Demîrtaş û Onder hêviya aştî û çareseriyê ya gelê Tirkiye ye. Desthilat bi vê biryarê hevî û lêgerina aştiyê hildiweşîne. 5 sal berê li pêş çavê hemû gelê Tirkiye, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav hatin avêtin. Ji bo carek din dayik negirîn gav hatin avêtin. Hewldana Mirovên aqilane hatin avakirin. Li 7 herêmên Tirkiye xebatên ji bo aştiyê hatin meşandin. Bi zanîn, ewlehî û tevdîrên dewletê çûn Îmraliyê û Qandîlê. Ev hemû li ber çavê civakê û bi riza her kesî pêk hat. Lê hevalên me yên wekîl ku ev berpirsiyariya xwe pêk anîn îro hatin cezakirin. Ev bêrikirina gelan a aştiyê hildiweşîne."

Çamçi da zanîn ku biryar li dijî hiqûqê û rêgezên gerdûnî ye. Tu eleqeya vê biryarê bi xala 90'an, Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û îçtîhatên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa tune ye. Çamçı, anî ziman ku rojhilata navîn û Tirkiye bûye gora îktîdarên siyasî yên li ser vê axê şer dixwaze û wiha bi dawî kir: "Biryar li dijî aştî, wekhevî û demokrasiyê ye. Vê biryarê vîna me ya aştî û siyasî bêtir sor kiriye. Dê têkoşîna me ya ji bo aştî, azadî û demokrasiyê bêtir xurt bibe. Em ê dîsa muzakereyên çareseriyê yên Îmraliyê biparêzin. Em dê disa heviyên xwe yên aştiyê mezin bikin. Gelê Tirkiye dê li vîna xwe xwedi derkevin.

Daxuyanî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bûn.