Cezayê bilindkirina Azadiya Welat 10 meh ceza ye!

Cezayê bilindkirina Azadiya Welat 10 meh ceza ye!

Endamê Lijneya Rêveberiya Radya Dunya Abdulazîz Toprak ku di 1'ê Îlonê Roja Atiya Cîhanê de tev li mîtîngê bû û rojnameya Azadiya Welat bilind kir, bi sedema wêneyê Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser heye bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn

Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Edeneyê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li Edeneyê mîtîng pêk anîbû. Di mîtîngê de bi hinceta endamê Lijneya Rêveberiya Radya Dunya Abdulazîz Toprak, di 1'ê Îlonê Roja Atiya Cîhanê de tev li mîtîngê bû û rojnameya Azadiya Welat bilind kir û "Bi bilindkirina rojnameyê wêneyê Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakiriye û Propaganda rêxistinê kiriye" rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat.

Dozgerê Komarê yê Edeneyê, der barê Abdulaziz Toprak, Emrah Yucel û Ferhat Yildirim de bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir. Di çarçoveya lêpirsinê de di 8'ê Îlonê de 3 welatî piştî ji aliyê dozgeriyê ve îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan. 2'emîn rûniştina Toprak, Yucel û Yildirim li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê berdewam kir. Piştî rûniştinê heyeta dadgehê der barê 3 kesan de bi îdîaya li dijî xala TMK 7/2'an tev geriya ye ji bo her kesekî 10 meh cezayê girtîgehê birî.

Endamê Rêveberiya Radyo Dunya Abdulaziz Toprak, bertek nîşanî ceza da û anî ziman ku ji ber rojnameya Azadiya Welat bilind kir ewil hate binçavkirin û pişt re jî rastî 10 meh cezayê girtîgehê hat.