'Cezakarê' profesyonel li girtîgehê hat wezîfedarkirin!

Gardiyanê bi navê Ş.Y. ê ku li Wanê lêpirsînên dîsîplînê yên girtiyên siyasî dimeşan û piştre ji bo wî hat gotin 'nabe ku li girtîgehên sûcdarên siyasî lê ne bixebite', weke yekî 'bi tecrûbe' ji girtîgeha Bedlîsê ya girtiyên siyasî lê ne, hat şandin.

Gardiyan Ş.Y. ê ku demeke dirêj li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê wezîfeya 'Katîbê Înfazê' meşand û lêpirsînên li hemberî girtiyên siyasî bi rê ve bir, li ser daxwaza xwe li Girîgeha Vekirî ya Tetwanê hat wezîfedarkirin.

Ji ber pirsgirêkên vî şexsî yên bin girtiyên siyasî re Wezareta Edaletê bi gotina 'nabe li girtîgehên girtiyên siyasî lê ye bixebite' ji Girîgeha Tetwanê re hatibû şandin. Lê belê bi fermana taybet a Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê, ev şexs ji Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê re hat şandin.

GELO JI BO ZEXTÊ BIKE HATIYE ŞANDIN?

Ş.Y. bi nota 'ji ber ku xwedî tecrûbe ye, dikare lêpirsînên dîsîplînê bi bandor bimeşîne' ji Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê re hat şandin. Tê texmînkirin ku ev şexs, ji bo zextê li girtiyên siyasî bike, hatiye şandin.