Çete ji bajaroka Holê direvin

Çeteyên derbên giran ji şervanên HSD’ê dixwin piştî agahiyên azadkirina Şengalê ji Holê direvin.

Piştî operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a ev 14 roj in li bejahiya başûrê Hesekê bênavber didome, bajaroka Holê ya yek ji kelehên girîng ê çeteyên DAIŞ’ê ye ketiye menzîla şervanên HSD’ê.

Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku piştî agahiya hêzên HPG’ê û YBŞ’ê Şengal azad kirine hat bihîstin, moralê çeteyan ketiye û ji bajaroka Holê direvin.

Şervanên HSD’ê yên ber bi bajaroka Holê ve pêşde diçin 3 km maye xwe bigihînin Holê.

Girîngiya Holê çi ye?

Bajaroka Holê ya 5 km dûrî Iraqê ye, ji bo çeteyên DAIŞ’ê xeteke stratejîk e. Bajaroka Holê cihekî ku bîrên petrolê lê hene. Her wiha ji ber çete vir wek xeteke derbasbûnê bikar tînin, ji vir êrîşên li hember Çiyayê Kizwan, Til Temir, Hesekê, Til Koçer, Cezaa û herêma Cizîrê plan dikin. Li gel vê li vir girtîgeheke ku çete kesên direvînin li vir digirin heye.