CENTCOM: Rêveberê payebilind ê Hurras El Dîn hate kuştin

Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku yek ji rêveberên payebilind ên Hurras El Dîn ku baskê Sûriyeyê yê El Qaîdeyê ye Mûhammed Salah El Zubeyîr hatiye kuştin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Emerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê X’ê kuştina fermandarekÎ El Qaîdeyê ragihand.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hate gotin; “Di 30’ê Çileyê de di êrişeke balafirên şer de li bakurrojavayê Sûriyeyê Mihemed Selah El Zebîrê fermandarê payebilind ê komika terorîst a Huresedinê ya El Qaîdeyê hatiye kuştin.

Fermandarê CENTCOM'ê Orgeneral Michael Erik Kurilla got, "CENTCOM wê di nêçira terorîstan, kuştina wan an jî girtina wan de dewam bike, wê li dijî komên ku plan dikin êrîşî DYE û personelên hevalbend bikin, welatê xwe biparêze."