BI DÎMEN

Gulistan Gulo: Di Sûriyeya Nû de divê temsîliyeta wekhev hebe

Ji Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo got, "Ji bo me xeta sor e ku di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de mafên jinan bêne parastin û temsîliyeta ji sedî 50'î bê dayin."

KONGRA STAR

Endama Kongra Star Gulistan Gulo têkildarî rewşa li Sûriyeyê ya piştî hilweşîna rejîma Baasê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û polîtîkayên rêveberiya HTŞ'ê yên têkildarî jinan ji ANF'ê re axivî.

Gulistan Gulo anî ziman ku HTŞ rêxistineke cîhadîst e, fikar hene bê wê çawa welatekî dewlemend ê weke Sûriyeyê bi rê ve bibe û got, "Ji ber ku HTŞ rêxistiniyeke selefî ye. Bi dîtina min, heta niha ne bawer im ku karibe gelên Sûriyeyê, Sûriyeyê bi rê ve bibe. Sûriyeya nû wê çawa ava bibe, şêweyê wê yê rêveberiyê wê çi be û paşeroja gelan hîn jî mijarên nîqaşê ne. HTŞ modela ku li Idlibê ava kir dixwaze li Sûriyeyê jî bixe meriyetê. Ev model li Sûriyeyê, li ti welatî nayê. Lewma em di demeke welê de ne ku li Sûriyeyê di asta bilind de nakokî hene. Eger mirov bala xwe bidin ser wan kes û hêzan wên li dora rêveberiya HTŞ'ê kom bûne, wê bê dîtin ku hemû jî ew kes in ku li Idlibê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine perwerdekirin û xwedîkirin."

Gulistan Gulo bal kişand ser êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ragihand ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya çeteyan armanca xwe ya Osmanî bi cih bîne. Gulistan Gulo got, "Ji dema ku HTŞ'ê rejîm hilweşand û vir ve êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ku ev êrîş armanca dewleta Tirk careke din nîşan da. Dagirker dixwazin sûdê ji valahiya li Sûriyeyê werbigirin û kontrolê bixin destê xwe. Bi berxwedana li xeta Tişrînê re xewn û xeyalên wan şikestin. Dewleta Tirk ku bi rêya çeteyên xwe nekarî dagir bike, yekser leşker û teknîka xwe xist dewrê. Piştî ku bi vê rêbazê jî nekarî encamê bi dest bixe, vê carê êrîş bir ser her bajarekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi êrîşan re dixwaze îradeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake, modela Rêveberiya Xweser tine bike û pêşî li wê yekê bigire ku gelên Sûriyeyê nikaribe sûdê ji vê modelê werbigire. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 sal in modela Rêveberiya weser heye. Jinan û gelan civakeke adîl, demokratîk û wekhev ava kirin."

Gulistan Gulo anî ziman ku Sûriye xwedî cografyayeke dewlemend ê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Ev cografya li gel dewlemendiya xwe ya xwezayî ji aliyê gel ve jî welatekî dewlemend e. Modela Rêveberiya Xweser a li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih hate anîn, ji bo Sûriyeyê jî modelek e. Hemû gel di nava vê modelê de dikare xwe bibîne û di nava modela Rêveberiya weser de bi rengekî adîl, demokratîk û wekhev dikarin bijîn. Di vê tecrûbeyê de gel, jin xwedî jiyaneke azad in û xwedî maf in, her gel bi îrade, çand û zimanê xwe hebûna xwe dewam dike. Lewma gelek aliyên xwe yên balkêş hene. Ji dema avabûna Rêvbeberiya Xweser û vir ve gel li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Projeyek ji bo gelan e. Her kesî dît ku li gel êrîşan bi têkoşînekê jiyanek çawa hate avakirin. Li Sûriyeyê avakirina jiyaneke baş bi modela Rêveberiya Xweser dibe."

Bi dewamî Gulistan Gulo got, "Ji bo mafên jinan bêne parastin û bêne misogerkirin divê di destûra bingehîn de mafê gotinê yê jinan bi rengekî wekhev hebe. Pêkanîna wekheviya navbera zayendan girîng e. Di Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çawa ku mafên jinan hatin ewlekirin û li her qada jiyanê bi kotaya ji sedî 50 tevlî bû, Destûra Bingehîn a Sûriyeyê jî divê vê yekê ji xwe re bike mînak. Di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan bêne parastin û xwedî temsîliyeta ji sedî 50 be. Ev yek ji bo me xeta xor e."

Weke Kongra Star li ser plan û projeyên xwe yên paşerojê jî Gulistan Gulo got, "Em li bendê ne ku Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê pêk were. Ji bo tevlîbûna li vê kongreyê, ji bo xurtkirina rêxistiniya jinê li gel astengiyên rêveberiya HTŞ'ê jî em karên xwe dewam dikin. Çawa ku di dema rejîmê de me nekarîbû bi rehetî kar bikira, di dema rêveberiya HTŞ'ê de jî ev rewş derbas dibe. Eger tê xwestin, ji bo Sûriyeyê projeyeke demokratîk bê avakirin, gavên bêne avêtin divê ji dil û xurt bin. Lê belê heta niha rewşeke bi vî rengî nîne.

Em li astengiyan rast tên, lê ev astengî nabe sedema lawazbûna têkoşînê. Weke jin divê xwedî organîzasyonekê be ku li Kongreya Neteweyî ya Sûriyeyê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne temsîlkirin. Di dema bê de ji bo plansaziya rêxistinî ya ku xwe bigihîne hemû bajarên Sûriyeyê em karê xwe bê navber dewam dikin. Di çarçoveya vê rêxistiniyê de ji bo sîstema Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat belav bibe, çawa ku tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevkarî li rêxistiniyê kir, pêşengî ji vê yekê re kir, em dixwazin li Sûriyeyê jî pêşengiyeke bi vî rengî bikin."