Siyamend Moînî: Eger li dijî Başûr êrîş çêbibe emê gelê xwe biparêzin
Hevserokê Giştî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî der barê rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê de semînerek da.
Hevserokê Giştî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî der barê rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û Kurdistanê de semînerek da.
Li bajarê Stokholmê yê Swêdê Hevserokê Giştî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî duh têkildarî rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, Kurdistanê û referandûma Herêma Kurdistanê semînerek da.
Semînerê bi deqeyek rêzgirina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Semîner ji du beşan pêk hat. Di beşê yekem de Hevserokê Giştî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Moînî axivî û di beşa din de jî bersiva pirsên beşdaran da.
Di beşa yekem de Siyamend Moînî rewş û guhertinên Rojhilata Navîn û Kurdistanê nirxand û diyar kir ku niha ji bo wan derfet herî baş in ji bo ku bigihêjin armancên xwe. Her wiha Siyamend Mûînî diyar kir ku ji bo Kurd bigihêjn armancên xwe rêya herî baş yekîtiya neteweyî ye.
Hevserokê Giştî yê PJAK'ê Siyamend Moînî destnîşan kir ku avakirina eniyeke yekgirtî ya partiyên azadîxwaz ên Îranê ji bo demokratîzekirina civaka Îranê rê xweş dike.
'ALTERNATÎFA HERÎ BAŞ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E'
Siyamend Moînî têkildarî referandûma Herêma Kurdistanê jî wiha got; "PJAK refefandûmê weke mafekî xwezayî yê gelê Kurd dibîne, ji bo diyarkirina çarenûsa xwe. Lê referandûma li Herêma Kurdistanê yekalî pêk hat, ji bo berjewendiyên aborî û siyasî çêbû. Ev yek serxwebûnê pêk anîne. Ji bo pêkanîna dewleta netewe rê xweş dike. Ji bo rewşa niha baştirîn alternatîf sîstema konfederalîzma demokratîk e. Ev sîstem dikare hemû pirsgirêkan çareser bike."
Moînî herî dawî got; "Eger êrîşek li dijî gelê Başûrê Kurdistanê pêk were, PJAK weke erkê xwe dibîne parastina gelê Kurd bike."