BI DÎMEN

Êrîşên li ser rojnamevanên Kurd li ber Rai TV’yê hate protestokirin

Ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanên Kurd, li bajarê Torino yê Îtalyayê çalakî hate lidarxistin.

Çalakiya protestoyî ji aliyê Defend Kurdistan ve li pêşiya avahiya Rai TV hate lidarxistin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û rojnamevanan hate şemezarkirin.

Di daxuyaniya çalakiyê de hate diyarkirin ku dema rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn êrîşên li Rojava dişopandin ji aliyê Balafirên Bêmirov a Biçek (SÎHA) hatin qetilkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku di bombebarana giran a li dijî Tişrînê de sivîl û xebatkarên çapemeniyê tê hedefgirtin û gelek şehadet û birîndar çêdibin.

Çalakvanan rexne li dewleta Italyayê û Rai TV’yê kir ku li hemberî van komkujiyan bêdeng dimînin û bi agahiyên nerast raya giştî şaş dikin.

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyên "Bîjî Rojava" û "Bîjî Berxwedana Gel"  bi dawî bû.