BI DÎMEN

KCDK-E û TJK-E’yê ji bo Strasbourgê bang kir: Wê hevdîtinekî dîrokî pêk were

KCDK-E û TJK-E’yê bi wesîleya Komploya 15’ê Sibatê bang li gelan kir ku li Strasbourgê bicivin û destnîşan kirin ku wê hevdîtineke xwedî girîngiya dîrokî pêk were.

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut û Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan têkildarî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî dan.

Civîna çapemeniyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Dortmund ê Elmanyayê hate lidarxistin. Zubeyde Zumrut di civînê de axivî û wiha got:

“Me sala 26’an a Komloya Navneteweyî li pey xwe hişt, lê mixabin 26 sal in li Greva Îmraliyê tecrîd dewam dike. Grava Îmraliyê pergala tecrîdê ye. Têkoşîn û berxwedana ku Rêber Apo 26 sal in li Îmrlaliyê didomîne, li derve ji aliyê milyonana kesan ve ku dilsoziya xwe ji bo wî diyar dikin, tê dewamkirin. Bi milyonan kes ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe didin.  Îro dema ku em sala 26’an pêşwazî dikin, li aliyekî tecrîda Îmraliyê dewam dike, li aliyê din jî tevî ku ji bo Rêber Apo “Mafê Hêviyê” çêbûye jî faşîzma AKP-MHP’ê têkildarî vê tu gav navêje, ev yek nîşan dide ku hiqûq çawa tê pêkanîn.

Me di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngavek da destpêkirin. Ev pêngav ne tenê ji aliyê Kurdan ve hate piştgirîdayîn, li seranserê cîhanê bi pêşengiya dostên me bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hat rêvebirin. Helbet di demboriyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek kampanya hatin lidaxistin. Lê bi hemû danehev û tecrubeyên me ji bo me pêvajoyeke girîng bû ku di sala 2023’an de di asta gerdûnî de bi tevlîbûna dostên me, aktivîst, jin, ciwan û rewşenbîran pêngavek hate destpêkirin.

Ji zêdetirî bendewariya me piştgirî li gelek welatan ji bo vê pêngavê hate dayîn. Ev pêngav bi xwe re rojevekî girîng çêkir. Lê helbet ev çalakiyî ji bo têkoşîna me têrker nebûn. Biryardariya me ya ji bo meşandina têkoşîna civakî, hiqûqî, dîplomatîk dewam dike. Lê hîna me nekariye Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin.

Em komploya 15’ê Sibatê di çarçoveya vê pêngavê de pêşwazî dikin. Îdiaya me mezin e. Ji aliyê beşdarbûnê ve peyama ku wê li Strasbourgê bê dayîn xwedî girîngiyeke krîtîk e. Wê ev peyam wê tenê devkî nebe, wê bibe peyama herî mezin ku bi sed hezaran kes li Strasbourgê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo biqîrin.

Di vê çarçoveyê de demeke dirêj e amadekarî tên kirin. 26 kes, 26 rojan ji bo 26 salan li Parîsê dest bi meşê kir û wê di 14’ê Sibatê de wê bigihin Strasbourgê. Pêşwazîkirine cidî li benda wan e. Li aliyê din ji bo 15’ê Sibatê Tevgera Ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst di 9’ê Sibatê de li hev bicivin û dest bi meşa dirêj bikin. Em bi van plansaziyan, bang li gelê xwe dikin ku 15’ê Sibatê di saet 10:00’an de li Strasbourgê li hev bicivin. Em li benda gelê xwe ne! Eger çareserî çêbibe, navnîşan wê diyar e. Em ê yek deng, yek dil careke din îşaret bi Îmraliyê bikin. Eger pirsgirêka Kurd çareser bibe, muxatab Rêber Apo ye. Eger muxatabên pirsgirêka Kurd werin gel hev, divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe. Em ji tecrubeyên xwe yên demboriyê dizanin ku eger aliyek di bin tecrîdê de be û aliyê din azad be ev encam nade.

15’ê Sibata vê salê xwedî girîngiyekî dîrokî ye. Divê hemû gelê me ji 7 heta 70’ê salî biherikin Strasbourgê.

‘DIVÊ GELÊ ME SEFERBER BE Û BEŞDARBÛNEKE MEZIN ÇÊBIKE’

Hevserokê KCDK-E’ê Engîn Sever jî wiha got:

“26 sal in li ser Rêber Apo komployekî navneteweyî tê meşandin. Armanca vê komployê têkbirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.

Dewleta Tirk a dagirker 100 sal in bi hêzên mezin êrîşî Kurdistanê dike. Li dijî vê têkoşînên mezin hatin dayîn. Serhildanên mezin çêbûn. Bi derketina Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo jiyaneke nû hate afirandin. Li dijî vê li qada navneteweyî jî êrîş dewam dikin. Em weke gelê Kurd bang li hêzên navneteweyî, saziyên peywendîdar, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê dikin; Rêbertiya me 26 sal in dîlgirtî ye. Dixwazin gelê me bê nefes bihêlin û ji azadiyê bêpar bikin. Kurdan 26 sal in li her derê ku lê ne çalakiyên mezin kirin. Encamên girîng bi dest xistin. Fedakariyên mezin kirin.

Herî dawî 10’ê Cotmeha 2023’an bi pêşengiya dostên gelê Kurd pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” hate destpêkirin. Ev pêngav belavî hemû cîhanê bû. Li dora Rêber Apo û paradîgmaya wî ya azadiyê xwedîderketineke mezin heye.

Lê dewleta Tirk bi piştgiriya dewletên navnteweyî dixwaze vê komployê di pêvajoya pêşiya me de jî bidomîne.

Tecrîd heta vê rojê encam negirt. Em vê bi eşkerehî diyar dikin; Em ê weke KCDK- Ewropa bi hemû hêza xwe, bi hemû rêxistinên xwe bi Rêber Apo re bimeşin. Eger çareserî dixwazin, çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn dixwazin, kilîd Rêber Apo ye. Divê hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibin û di encama van hevdîtinan de Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe. Armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê divê di salvegera 15’ê Sibatê saet di 10.00’an de li pêşiya stasyona trenê ya Strabourgê seferber bibin. Ji ber ku azadiya me di azadiya Rêber Apo de derbas dibe. Azadiya Rojhilata Navîn di azadiya Rêber Apo de derbas dibe.

Şikandina êrîşên li dijî Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di azadiya Rêber Apo de derbas dibe. Divê gelê me ji çar parçeyên Kurdistanê li Strasbourgê bin. Bi vê re bi milyonan Kurd wê di heman rojê de li seranserê cîhanê li ser piyan bin. Em ê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bin û em ê pergala tecrîda li İmraliyê bişkînin û azadiya Rêber Apo biqîrin. "

‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE’

Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan ev tişt anî ziman:

“Ger heta niha Serokatiya me azad nebûbe û ji gelek mafan bêpar hatibe hiştin, di bin tecrîda mutleq de tê girtin û pergala Îmaliyê tê kûrkirin nîşan dide ku em di merhaleyek krîtîk de ne. Divê em di vî alî de bi taybet bersiveke xurt bidin pêngava ku ji sala 2023’yan ve hatiye destpêkirin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê salek dem da Tirkiyeyê da ku statûya Serokatiya me heya Îlona 2025’an baştir bike. Her çiqasî hevdîtin û lêgerîna çareseriyê berê çêbûn jî me dît ku bi yekalî pêk hatin. Wekî Rêbertiya me got, tecrîd berdewam dike û hîn jî hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Tirkiye di nava çareseriyeke li gorî xwe de ye. Ji aliyekî ve hewl didin ku rewşa Rêbertiyê baştir bikin, li aliyê din jî êrîşên li ser tevgera azadiyê berdewam dikin. Tirkiye bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî Başûr berdewam dike. Hewl didin şoreşa ”Jin, Jiyan, Azadî, Azadî” ya li Rojhilat bi darvekirina tine bikin û di heman demê de Tirkiye hewl dide ku êrîşên xwe yên li ser Rojava berdewam dike. Li ser gelê Bakur qirkirina siyasî berdewam dikin. Yanî siyaseta qirkirinê berdewam dike, lê di heman demê de lêgerînek heye. Ger bixwazin ev lêgerîn bi demokrasiyê çareser bibe rêya wê di azadiya Serokatiyê de derbas dibe. Berdewamkirina tecrîdê ji bo me tê wateya xurtkirina pêngavê. Li gelek welat û parzemînan heval, dost, gel, kom, parlamenter û di van demên dawî de Xelatgirên Nobelê daxuyanî dan û ev jî nîşan dide ku paradîgmaya Rêbertiyê ji bo hemû gelan modelek demokratîk û azadiyê pêşkêş dike.

Meşa me ya Strasbourgê hem ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û hem jî ji bo dawikirina polîtîkayên qirkirinê bibe peyamek xurt. Em ê li wir bên ba hev û bibêjin ku vîna me Rêber Apo ye. Di serî de jin, hemû gel û dostên xwe vedixwînin çalakiya 15’ê Sibatê ya ku wê li Strasbourgê bê lidarxistin û banga xwedîderketina vîna xwe li her kesî dikin.

Dîrok, ziman û hebûna gelê Kurd di bin gefê de ye. Divê her kes xwedî li nirx û nasnameya me ya ku bi têkoşîna 50 salan derketiye holê derkevin. Pêşengê têkoşînê Rêber Apo ye û azadiya Rêber Apo ji bo hebûn û statûya Kurdan girîng e. Her Kurd, her jin, kal, pîr û dostên me heke bi rastî pêşerojek demokratîk û azad dixwazin divê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê dengê xwe bilind bike û bi hev re bibêjin ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’."