Cenewre-2 di meha Mijdarê de nayê kirin!
Cenewre-2 di meha Mijdarê de nayê kirin!
Cenewre-2 di meha Mijdarê de nayê kirin!
Konferansa navnetewî ya Cenewre-2 ku di pêşengiya DYA û Rûsya ji bo bidawîkirina pevçûnên li Sûriyeyê dihat plankirin di meha Mijdarê de were li darxistin, hate ragihandin ku, nayê li darxistin.
Ajansa nûçeyan ya Rus Itar-Tass nûçeya ku pesartî çavkaniyekî ji hevdîtina di navbera Peywirdarê Taybet yê NY ê Sûriyeyê Lexda Brahîmî û dîplomatên Rûsya û Amarîkayayan li Cenewreyê got: “Konferansa navnetewî a têkildarî Sûriyeyê di meha Mijdarê de pêknayê.” Heman çavkaniya nasnameya wê nehate aşkera kirin anî ziman ku, beriya meha Kanûnê konferansa pêknayê.
Delegasyona ku li Cenewreyê beriya civînê jî ti daxuyanî nedan. Di civînê de ji nûnerên Rûsyayê Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatîlov û Mîhaîl Bogdanov, yê nûneriya Amerîkayê jî dikin Alîkarê Wezîrê Derve û Berpirsê Têkiliyên Siyasî ên DYA’yê Wendy Sherman û Balyozê DYA yê Şamê ku meha Sibata borî ji Sûriyeyê hatibû kişandin Robert Ford, nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Qasidê Taybet yê Sûriyeyê jî Lexder Brahîmî amadebûn.
Piştî civîna piştî nîvro li Qesra Netewan (Palais des Nations) hate kirin, çav lê ye di demjimêr 16: 30 bi tevlîbûna sê welatên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî Çîn, Fransa û Îngilîstanê jî bê berfireh kirin. Weke din dê nûnerên welatên cîranên Sûriyeyê, Iraq, Urdun, Lubnan û Tirkiye, Nûnerên Taybet yên Yeketiya Ereban û NY tevlî bibin.
Dihat pêşdîtin ku Konferansa Cenewre-2 di navbera 23-24’ê Mijdarê de pêkbê. Konferansa beriya vê 30’ê Hezîrana 2012’an pêkhatibû. Pêvajoya siyaseta demkî ya li vir hate qebûl kirin bi tu awayî nehate pêkanîn.
Di konfransa duwem de nîqaş li ser ka kî tevlî konfransê bibin û rêbaz dê çibe tê kirin. Muxalefet û îtîfaqên wê çûna Beşar Esad weke şertê destpêkê didin diyarkirin. Rejima Sûriyeyê jî vê red dike. Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Umran Ahid Zuhbî di 4’ê Mijdarê de daxuyaniyek dabû û gotibû: “Tiştên li Cenewreyê çêdibin operasyonekî siyasiye. Mijara gotinê ne dewrê desthilatdarî yan jî pêkanîna otorîteyekî demkî nîne. Yên ku berevajiyê vê difikirin pêşniyara me ji bo wan ewe ku, tevlî vê konfrasê dibin û dikevin rewşa pêkenûkiyê.”