Cenazeyên 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûne, radestî malbatan hatin kirin

Cenazeyên 3 gerîlayên li herêma Herekol a Sêrtê di bombebarana dagirkeran de şehîd bûn, radestî malbatên wan hatin kirin.

Li herêma Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê di 25’ê tîrmehê de di encama şer û bombebaranan de gerîlayên YJA-Starê Semra Ayverdî (Benda Amed) û Bîşeng Durmuş (Destîna Botan) û gerîlayê HPG’ê Seyîtxan Sencer (Baran Xemlîn) şehîd bûn.

Cenaze li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê dihatin rawestandin û karûbarên teşhîsa cenazeyan bi dawî bûn. Malbatan 30’ê Tîrmehê nimûneya xwînê dabûn. Cenaze radestî malbatan hatin kirin.

Hat zanîn ku cenazeyê Ayverdî dê li navçeya Bismila Amedê, cenazeyê Bîşeng Durmuş li navçeya Silopiya Şirnexê û cenazeyê Seyîtxan Sencer dê li Wanê bên veşartin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 31’ê Tîrmehê di daxuyaniya dayî de, ev tişt gotibû: “Fedayiyên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hevrêyên me Benda Amed, Destîna Botan û Baran Xemlîn 25’ê Tîrmeha 2024’an li qada Kato Xelîla ya Botanê di endama êrîşên dijmin de şehîd bûn.”