Îro li bajarê Kelarê ya Başûrê Kurdistanê ji bo qûrbanên Enfalê ku ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve li dijî gelê Kurd hatibû meşandin, merasimek hebû. Laşê 158 qurbaniyan dî bi tevlîbûna malbata wan û rêvebirên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate veşartin.
Cenazeyên qûrbaniyan bi destdayîna destegûla Serokkomarê Iraqê û serokê Herêmê Kurdistanê hatin binax kirin.Merasim bi axaftina berpirsê îdareya devera Gerimiyanê Selah Koyxa destpê kir.
Di merasimê de peyamên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şaredarê Amedê Osman Baydemir jî di merasimê hatin xwendin. Herwiha spasnameya xizmên Şehîdên Enfalê ku ji bo Meclisa Swêdê hatibû şandin jî hate xwendin.
Xizmên qurbaniyan xwestin ku welatên dî jî divê wekî Swêde vê jenosîda li dijî gelê Kurd bi aweyekî fermî qebûl bike.