Cenazeyê şervanê YPG'ê Osman Mihemed û Afat Efrîn ên ku di pevçûnên li Serêakniyê ku di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe jidest dabûn hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Osman Mihemed û Afat Efrîn ku di pevçûnên duh li Serêkaniyê jiyana xwe jidest dabûn anîbûn navenda Saziyên Şehîdan a Dirbêsiyê. Îro saet di 14.00'an de bi sedan kes ji wergirtina cenazeyan li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev. Girseya ku bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG'ê re û "Şehîd na mirin" berzdikirin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanên YPG'ê û alên YPG, TEV-DEM û YPJ vekiribûn.
Pirşî wergirtina cenazeyan girseya qelebalix heta Meydana Şehîdan meşiyan. Li vir merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê malbatên şervanên YPG'ê Osman Mihemed û Afat Efrîn, Saziya Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, meclîsa Herêmî ya ENKS'ê li Serêkaniyê, Partiya Çep a Kurd û partiya Karkeran a Komenîst axaftin hatinkirin.
Di axaftina de soza şopandina riya şehîdan hate dayîn û piştgiriya bi hêzên YPG'ê re hate nîşan dan. Piştî axaftinan cenaze ji aliyê welatiyan ve bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê hate birêkirin û li vir bi diruşme û tilîliyan ji aliyê girseyê ve hate definkirin.