Cenazeyê şervana YJŞ’ê Arya Zekî hate veşartin

Şervana YJŞ’ê Arya Zekî ku di 15’ê Adarê de ji ber lehiyê şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ragihand ku şervana bi navê Arya Zekî di 15’ê Adara 2023’yan de ji ber lehiyê şehîd bûye.

Cenazeyê şervana YJŞ’ê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hate veşartin..

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Meyan Nasir axivî û got, “Dijmin nahêle em li van xakan bijîn û li dijî civaka Êzidî şer dimeşîne. Lê bi saya şervanên me dijmin nekarî bigihêje armanca xwe. Em bi şervanên xwe yên ku ji bo vê dozê me parastin, serbilind in.”