Cenazeyê her du jinên ku polîsan li Bayrampaşa qetil kirin anîn Saziya Tiba Edlî
Cenazeyên Berna Yilmaz û Çîgdem Yahşî yên ku piştî çalakiya li Bayrampaşayê di şerê derket de jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tiba Edlî.
Cenazeyên Berna Yilmaz û Çîgdem Yahşî yên ku piştî çalakiya li Bayrampaşayê di şerê derket de jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tiba Edlî.
Cenazeyên Berna Yilmaz û Çîgdem Yahşî yên ku piştî çalakiya li Bayrampaşayê di şerê derket de jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tiba Edlî. Malbatên Yilmaz û Yahşî jî ji bo cenazeyên zarokên xwe wergirin ber bi Stenbolê derketin rê.
Cenazeyên Berna Yilmaz û Çîgdem Yahşî yên li Bayrampaşa danê sibehê piştî çalakiya li hember Midûriyeta Şaxa Hêzên Çewîk di şerê derket de jiyana xwe ji dest dan, anîn Saziya Tiba Edlî ya li Bostanciyê.
Cenazeyê her du jinan beriya bînin Saziya Tiba Edlî, li qadê gelek polîs hatin bicihkirin. Di nav parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel û polîsên ku li ber saziyê aloziyek demkurt çêbû. Polîsan li ber saziyê yek jê jin 2 kes binçav kirin.
Ji bo wergirtina cenazeyan, malbata Yilmaz ji Kibrisê, malbata Yakşî jî ji Enqereyê ber bi Stenbolê derketin rê.