Cenazeyê Girtî Ergun Akdogan li Xozatê hate veşartin

Girtî Ergun Akdogan di şert û mercên girtîgeha ku pêkanînên dermirovî bi rengekî sîstematîk lê tên meşandin de, xwîn çû ser mejiyê wî û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akdogan li warê wî Xozatê hate veşartin.

CENAZEYÊ ERGUN AKDOGAN HATE VEŞARTIN

Ergun Akdogan ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin û girtiyê 27 salan bû, di 13’ê nîsanê de xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Bajar a Tekîrdagê. Akdogan, di 23’yê gulanê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akdogan, ji bo definkirinê anîn navçeya Xozatê ya Dersimê. Piştî torena olî ya li Cenxaneya Xozatê, cenazeyê Akdogan birin mezraya Axweşî ya gundê Lolan Tanîrê. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û gelek kes tevlî merasîma definkirinê bûn.

Uçar di merasîma definkirinê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Uçar, da zanîn ku li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene û wiha got: “Rastî êşkence û zextekî giran tên. Nikarin biçin nexweşxaneyê û di nava dadgeh, nexweşxane û girtîgehê de şert û mercên herî giran dijîn. Tevî jî berxwedan û têkoşîna li girtîgehan didome. Sedema vê jî baweriya wan a bi azadiyê ye. Em îro di şexsê heval Ergun de xwedî li têkoşîn, ziman, nasname, azadî û xaka xwe derdikevin. Ez careke din li pêşberî têkoşîna wî bejna xwe ditewînim. Bila soza me be ku em ê têkoşînê û girtiyên nexweş bi tenê nehêlin. Heta ku azadiya heq dikin pêk tê jî dê li her derê têbikoşin.”

Piştî axaftinan, cenazeyê Akdogan li goristana malbatê ya gund hate definkirin.