Cenazeyê Aysel Koç veşartin

Cenazeyê Aysel Koç a hate îdîakirin ku li Girtîgeha Jinan a Sîncar a Enqerê dawî li jiyana xwe aniye, hate veşartin.

Ji bo Aysel Koç a ji doza Partiya Maonîst Komunîst (MKP) cezayê muebeta giran lê hatibû birîn ku bi îdîaya ku li Girtîgeha Jinan a Sincar a Enqerê dawî li jiyana xwe aniye li Mala Cemê ya Gazî ku li Taxa Gazî ya Stnebolê ye merasîmek hate kirin. Rêveberên CHP’î yên bajar û navçeyê, rêveberên navçe û bajar ên ESP, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û gelek kes tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê Koç a bi tilîliyan li ser milê jinan hate hildan, piştre birin Goristana Cebecî  Yayla a li navçeya Habîpler a Stenbolê. Dorpêça polîsan li goristanê jî dom kir. Cenazeyê Koç li vir bi qîrkirina dirûşmên jinan ên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Şehîdên Şoreşê bê mirinin’ ve hate veşartin.

Hate ragihandin wê piştre rapora otobsî ya sedemê mirina Aysel Koç diyar bibe.