Çêkirina qerekol-kelehkolan bi lez û bez didome
Çêkirina qerekol-kelehkolan bi lez û bez didome
Çêkirina qerekol-kelehkolan bi lez û bez didome
Di vê dema ku gerîla li gorî pêvajoya çareseriyê di pozîsyona agirbestê de ye, dewleta tirk lez da xebatên qerekol-kelekolan. Dîmenên gihiştine berdestê ANF’ê nîşan dide ku ji xebatên tamîrat û tadîlatê wêdetir, xebateke berfirehk ya qerekol-kelehkolan dimeşe.
Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di meha Adarê de di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratîk de hêzên gerîla derbasî pozîsyona agirbestê bûn û di meha meha Gulanê de jî dest bi vekişînê kirin. Artêşa tirk jî ev ji bo xwe wek derfet dît û xebatên qerekol-kelehkolan lez kir.
Qerekolên navendan bi xebatên înşatê tê bi hêzkirin û li Qerekola Oremarê ya girêdayê Gevera Colemêrtê tevgerek mezin tê dîtin.
Ev dîmenên gihiştine ber destê ANF’ê, nîşan dide ku bi xebatên nû yên li qerekolê hatine destpêkirin, qerekoleke nû tê çêkirin. Ligel vê qerekolê, li girên ku ji aliyê gerîlayan ve wek ‘Şehîd Zinar’ û Şehîd Şiyar’ tê bi navkirin jî keleh tên înşakirin.
Dîsa tê dîtin ku di navbera girên ku girêdayê qerekolê de bi betonê tunel û kule tên çêkirin û li van qadan dîwarên bi beton tên înşakirin.
Her wiha li qerekolê pîstên nû yên helîkopteran tê çêkirin û bê navber bi helîkopterên tîpa skorsky sewqiyata persnolên pispor tên kirin û tê hesab kirin ku artêşa tirk çêkirina qerekola nû beriya zivistanê bi dawî bike.
Li qadên ku qerekol tên înşakirin, makîneyên betonê yên aydê fîrmayên înşata û pompayê betonê tên sewqkirin û ev wesayît li qadê înşatê bê navber dixebitin.