Çavê wî kor kirin û teklîfa ruşwetê kirin!
Çavê wî kor kirin û teklîfa ruşwetê kirin!
Çavê wî kor kirin û teklîfa ruşwetê kirin!
Polîsên ku di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de hedef nîşan dikir û bi bombeyên gazê êrîş dikir, bombeya gazê li çavê çepê yê xwendekarê zanîngehê Îbrahîm Akan ket û derket holê ku teklîfa ruşwetê kirine. Du rojan beriya 7’ê Gulanê roja Sêşemê kurê wî ji nexweşxaneyê derket, Bav Kamil Akan da diyarkirin ku, qereqola herî nêzî cihê lê birîndarbûye polîsên qereqola Ferîkoy ji bo li ser bûyerê bigirin teklîfa ruşwetê kirine û got: “Xwestin bilez îfadeya wî bigirin, dema ku kurê min qebûl nekir, teklîfkirin ku mesrefê nexweşxaneyê û pereyê dibistanê bidin.”
DEMA KU MIN ZANÎ ÇAVÊ KURÊ MIN KOR BÛYE EZ TÊKÇÛM
Bav Akan destnîşan kir ku, jina ku kurê min dibir nexweşxaneyê telefon ji min re vekir, wê demê min zanî kurê min giran birîndar bûye, bûyerê rû dane wiha ravekir: “Ji min re got, ew dê kurê te bi ambulansê bibin nexweşxaneya Samatyayê, pêwîste tu bilez bê. Piştî 5 deqîqeyan Îbrahîm telefon ji min re vekir. Ji min xwest ez netirsim, ji bo mereq nekim got tiştek çênebûye. Lê belê ez bilez çûm nexweşxaneyê. Beriya ku ambulans biçe nexweşxaneyê ez giham nexweşxanê. Min nedizanî ezê rastî rewşek wisan xirab re rû bi rû bêm. Piştî 10 deqîqeyan hat. Çavê wî hemû xwîn bû. Dema ku min ew wisan dît ez matmayî mam. Min bilez ew bir beşa lezgîn. Filmên mejî hatin kişandin. Dema ku dixtoran gote min çavê wî kor bûye ez hilweşiyam. Bilez rakirin emeliyatê. 3 demjimêran dom kir. Perçeyên çavê wî gihandin yek. Ger çav bisembolîk jî bêxin têde êdî dê nebîne.”
JI POLÎSAN RUŞWETA NIXUMANDINÊ
Kamil Akan diyarkir ku, di dema nexweşxaneyê de jî kurê wî rastî zextek mezin ya polîsan hat, beriya du rojan kurê wî ji nexweşxaneyê bê derxistin, polîs hatin nexweşxaneyê. Akan da zanîn ku, “ji qerqola Ferîkoy du polîsên fermî hatin nexweşxaneyê, xwestibûn bilez îfadeyên Îbrahîm bigirin. Dema ku zarokê min got, heta parêzer nebe ew dê îfadeyê nede, şerm jî nekirin teklîfa ruşwetê kirin. hewildane bi dayîna mesrefê nexweşxaneyê û pêwîst bike pereyê dibistanê jî dê bidin, kurê min bêdeng bikin û serê bûyerê bigirin. Vana hemû pîvan derbaz kirin. çavê mirovan kor dikin û dixwazin bi pereyan jî binixumînin. Ev çi rûreşiye.”
DÊ BI BACA KU EZ DIDIM KURÊ MIN BIKUJÎ?
Bav Akan bilêv kir ku, kurê wî ciwanekî ji xwendinê hez dike, jîr û zîreke. Akan anî ziman, “Ma zilmek wisan li mirovan tê kirin?” û da diyarkirin ku, ew tu caran vê pêkanîna dijmirovî ji bîr nakin. Bav Akan pirs kir ku, “Gelo ger zarokên wan bin dê çi bihizirin? Dê çi kiriban? Ger ez niha biçim zarokên wan bi heman awayî kor bikin dê çi kiriban?. Akan da zanîn, “Ma zarokên wan binirx yên me bênirxin? Min xwe gelek nebaş hîs kir. Di encam de ew kurê mine. Ewladê mine, canê mine. Ez wî ji canê xwe bêhtir hez dikim. Dê çawa zirarê bidin zarokê min? Çi mafê wan hebû? Ma qey ew qas hêsaniye?” Bav destnîşan kir ku, ew dê giliyê sûc bike û doza tezmînatê veke. Bav Akan got: “Tu dê bombeya gazê bi avêjî serê mirovan, çavê wan û piştre dê rabî bêjî mudaxeleyekî baş û bi pîvan bû. Du dê bi bacê ku em didin jiyan bikî. Bi baca ku ez didim kurê min bikujî. Ma qey tiştek wisan dibe? Ez dê serî li her derê bidim. Ez dê vê zilmê nehêlim. Ez dê heya dawî li pey vê biçim, ew dê hesaba wî çavî bidin.”