Çapemeniya Swêd: Erdogan du rû ye

Çapemeniya Swêd: Erdogan du rû ye

Bi wesîleya serdana Serokwezîrê Tirk Erdogan a li Swêdê, pêkanînên antî-demokratîk ên Erdogan û desthilatdariya AKP'ê rastî nerazîbûna medya Swêdê tên. Di malper û rojnameyên herî mezin ên Swêdê de gotarên rexneyan li binpêkirina mafên mirovan, azadiya çapemenî û ramanê yên Erdogan û hikûmeta AKP'ê dikin, cih digirin.

Şîrovegerê siyasî yê rojnameya herî navdar a Swêdê Aftonladet ku xwedî tîrajek ji 800 hezarî ye Wolfgang Hansson di quncika xwe de bi sernavê "Erdogan-Zilamekî du rû" diyar dike ku Serokwezîrê Tirkiyê di polîtîkayê de Dr Jekyll û Mr Hyde ye.

Hansson dibêje, "Demokratekî dixwaze Tirkiyê nûjen bike. Despotekî bê şik û guman zextê li mûxalîfan dike û rojnamevanan dixe girtîgehan. Li Stokcholmê gelo dê ji van her du rûyan kîjanî nîşan bide?" Hansson radigihîne ku bi armanca şermezarkirina Erdogan ê bi Kral û Serokwezîrê Swêdê re hevdîtinê bike, plansaziya xwepêşandanan hatiye kirin.

Hansson bibîr dixîne ku di hilbijartinên sala 2002'an de AKP'ê bi serketineke mezin hat ser desthilatdariyê diyar dike ku Erdogan hesab ji bermayînên dema cûntayê pirsiye, cezayê darvekirin û Dadgehên Ewlekariya Dewletê rakiriye, bi kurtasî pêvajoya demokratîkbûyînê daye destpêkirin.

Dibêje ji paytextên Ewropayê pesnê zilamê xurt ê Tirkiyê tê kirin, lê belê di demên dawî de Erdogan kesayetiya xwe guherandiye.

Hansson radigihîne ku bi xweranegirtî êrîşî xwepêşandanên Parka Gezî kiriye, ferman daye polîsan ku temamiya xwepêşandanan bitepisîne û got, "Ji bo zextê li Kurdan, mûxalîfan û medyayê bike, dadgehan bikar tîne. Rapor tên ku nîşan didin li girtîgehên Tirkiyê îşkence hene. Tirkiye li gelemperiya cîhanê welatê yekemîne ku herî zêde rojnamevan li girtîgehan tên ragirtin. Di rêza azadiya çapemeniyê de ji Rûsyayê xerabtir e."

TU ÇIMA DÎWARÊN ŞERMÊ LÊ DIKE, RECEP ERDOGAN?

Di gotareke din a li heman rojnameyê de nêzîkatiyên neyînî yên Erdogan û desthilatdariya AKP'ê yên li pêşberî pirsgirêka Kurd, azadiya çapemenî û ramanê tên nirxandin û rexnekirin.

Tê destnîşankirin ku herçend navê pakêta ku Erdogan di 30'ê Îlonê de aşkera kir "Pakêta Demokrasiyê" lê hat kirin jî di hundirê pakêtê de demokrasî nîne, tevî ku di ser avabûna Komara Tirkiyê re 90 sal bihurîne jî hînê Kurd weke welatiyên di rêza duyemîn de tên dîtin, mafên Kurdan ên nasname, çand û perwerdeya bi zimanê dayikê nayên ewlekirin.

Di gotarê de tê ragihanndin, ku hewl tê dayîn dengên rexnekirinê bi bikaranîna qanûna têkoşîna li dijî terorê bêdeng bike, bi tenê di nava sê salên dawî de zêdeyî 10 hezar Kurd hatine girtin û tê destnîşankirin ku Erdogan û desthilatdariya AKP di mijara Sûriyê de polîtîkayek li derveyî mirovahiyê dişopîne.

Di gotarê de tê diyarkirin ku di meha Cotmehê de desthilatdariya AKP'ê li ser sînorê 900 kîlometre yê bi Sûriyê re dest bi lêkirina dîwar kiriye û hat gotin, "Tevî ku dîwar li Nisêbînê hat lêkirin jî, agahî ji Şaredar Ayşe Gokkan re nehat dayîn. Gokkan bi armanca şermerzarkirina dîwar bi rojan e di rojiya mirinê de ye. Dîwarê Apartheîd ê 2 metre bilind û li ser têl hene, rasî nerazîbûna tund a gel tê. Bi armanca şermezarkirina dîwarê di navbera Kurdên li Sûriye û Tirkiyê tê lêkirin, xwepêşandan tên kirin. Tirkiyeya ku mafên bingehîn ên 20 mîlyon Kurdan înkar dike, ditirse ku xweseriya demokratîk a Kurdên li Sûriyê dê îlhamê bide Kurdên li Tirkiyê dijîn."

Di gotara bi îmzeya Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî, Parlamanterê Partiya Çep Amîneh Kakabaveh û Mûrat Kûseyrî de ji Serokwezîrê Swêdê Fredrîk Reînfeldt tê xwestin ku di hevdîtina xwe ya li gel Erdogan de daxwazên ji bo dawîkirina zextên li rewşenbîr, siyasetmedarên mûxalîf û nûnerên hindikahiyan, serbestberdana 10 hezar girtiyên siyasî û rawestandina dîwarê şermê, têxe rojevê.

ERDOGAN Ê JI HAL KETIYE BI ALÎKARIYA BEN BER BI TEXTÊ SEROKKOMARIYÊ DIMEŞE

Şîrovegerê Poîtîka Derve ya yek ji rojnameyên mezin ên Swêdê Dagers Nyheter Mîchael Wînîarskî jî di gotara xwe ya bi sernavê "Erdogan ê ji hal ketiye bi alîkariya ben ber bi textê Serokkomariyê ve dimeşe" de diyar dike ku Erdogan ê 12 sal in Tirkiyê bi rêve dibe lîderekî ji taqetê ketiye û destnîşan dike ku ne rasthatine Erdogan tê serdana Swêdê ya ku welatê herî zêde erênî li endametiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewropayê dinêre.