Çalakiyên YPG’ê li Meerîn û Yazibaxê: 17 çete hatin kuştin

Çalakiyên YPG’ê li Meerîn û Yazibaxê: 17 çete hatin kuştin

Hêzên YPG’ê li navçeya Şera ya Efrînê li devera gundên Qestel Cindo, Meerîn û Yazibaxê 2 çalakiyên serkeftî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn. Di encamê de 17 çete hatin kuştin û hejmara kuştiyên çeteyan di rojekê de rabû 26 kuştiyan.

Li gorî agahiyên ku ji nêzîkê cihê pevçûnan bidest ketine, YPG’ê 2 çalakiyên serkeftî yên hemwext li dijî navendên çeteyên girêdayî DAIŞ’ê li derdora gundên Meerîn û Yazibaxê pêk anîn. Hate diyar kirin ku di çalakiya yekem li dijî navendeke çeteyên DAIŞ’ê li nêzî gundê Meerînê pêk hat. Di encamê de 6 çete hatin kuştin. Her wiha çalakiya duyemîn jî li dijî 3 navendên çeteyan li derdora gundê Yazibaxê  pêk hatin. Di encamê de 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Li gorî van agahiyan hejmara kuştiyên DAIŞ’ê di rojekê de gihîşte 26’an.

Beriya nihajî di êrîşên çeteyan yên li ser gundê Qestelê de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin.

Li aliyekî din jî pevçûn li gundên Zaretê û Xirêbkê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê berdewamin.