BI DÎMEN

Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bi meş û mîtîngekê bi dawî bû

Kurdistaniyên ji bo dawîanîna qetlîamên dewleta Tirk çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê dabûn destpêkirin bi meş û mitîngekê çalakî bi dawî kirin.

Kurdistaniyên ji bo dawîanîna qetlîamên dewleta Tirk çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê dabûn destpêkirin bi meş û mitîngekê çalakî bi dawî kirin. Çalakvan heta pêşiya DMME’yê meşiyan û mîtîngek li dar xistin, bang li DMME’yê û Saziyê Ewropa kirin ku erka xwe pêk bînin.

Çalakiya rûniştinê ya li dijî qetlîamên dewleta Tirk ê li ser Bakurê Kurdistanê li pêşiya avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropa (AK), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat destpêkirin, bi meşekê berdewam kir.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku qetlîamên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê bi hovane didome, bang li DMME, KE, CPT û saziyên Yekîtiya Ewropa kirin ku erka xwe pêk bînin. Di axaftinan de qetlîamên li Cizîrê hat bibîrxistin û wiha hat ziman: “ Dewleta Tirk li Cizîrê qetlîaman pêk tîne, bi sedan ciwan hatin înfazkirin. Îro li Sûrê heman xeterî heye. Eger saziyên Ewropa nekevin tevgerê qetlîamên li Cizîrê hatin kirin wê li Sûrê jî bê kirin. Em bang dikin ku bi lezgîn bikevin nava tevgerê.”

Di meşa ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê hatin hilgirtin de dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.