Çalakiya rûniştinê ya li ber KE, DMME û CPT destpê kir
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi daxwaza rawestandina qetlîamên li Kurdistanê, Tirkiye ji endamtiya KE xistinê û rakirina tecrîda li ser Ocalan li ber DMME, KE û CPT dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
ANF
STRASBOÛRG
duşem, 22 reşemiyê 2016, 14:02
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên di pêşengiya KCD-E ji gelek bajarên Ewropayê li Strasboûrgê civiyan, li ber Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û CPT’ê dest bi çalakiya rûniştinê ya 5 rojan kirin.
Di çalakiya rûniştinê ya bi armanca protestokirina bêdengiya KE, CPT û DMME ya li hember qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bêdeng dimînin de daxwazên, betalkirina namzetiya Tirkiye ya di Konseya Ewropayê de, bi biryarên xwe ve êdî DMME nebe şirîkên qetlîamên li Kurdistanê û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin.