Nobeta bêdem ya ji aliyê Kurdan ve li bajarê Franse Strasbourgê hatiye destpêkirin di roja 174’emîn de ye. Vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Heilbronnê hatibûn nobetê dewr girtin.
Nobeta bêdem a armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, kete roja 174’emîn. Çalakiya nobetê yek ji çalakiyên herî domdirêj ên ku ji aliyê Kurdên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin.
Vê carê Kurdistaniyên ji bajarê Heilbornê hatibûn nobetê dewr girtin. li ser navê komê Arif Çinar axaftinek kir û got: “Em ji bo azadiya Ocalan mafên gelê Kurd ên çandî û civakî li vir in. Ger mirov van daxwazan ji hev cûda bike, mirov nikare muxatabek ji pirsgirêka Kurd re bibîne. Azadiya gelê Kurd bi azadiya Ocalan ve girêdaye. Heta Rêbertî azad nebe, Kurdistan azad nabe.”
Çinar bang li Kurdistaniyan kir ku bi awayeke çalaktir di kampanyaya “Ji Ocalan re Azadî” de cih bigirin.