Çalakiya li ber KE, DMME û CPT dewam dike

Çalakiya rûniştinê ya li ber KE, DMME û CPT a ji bo şermezarkirina terora AKP'ê û bêdengiya Ewropayê, di roja 2. de ye. Kurdistanî bi sirûdên berxwedanê, çalakiya xwe didomînin.

Bi pêşengiya TJK-E û KCD-E çalakiya rûniştinê ya Kurdistanî û dostên wan a li ber Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di roja duyemîn de ye. Hejmara beşdarên çalakiya ku wê hefteyekê bidome, roj bi roj zêde dibe.

Roja duyemîn a çalakiya rûniştinê bi nîşandana şanoya li ser komkujî û berxwedana li Kurdistanê destpê kir. Koma Berxwedan jî bi stranên xwe yên berxwedanê tevlî çalakiyê bû.

Li cihê çalakiyê, platformek hatiye avakirin û çalakger derdikevin ser dikê, dîtin û nêrînên xwe li ser pêvajoyê bi beşdaran re parve dikin.

BERNAMEYA ÇALAKIYÊ

Di çarçoveya çalakiyê de tê payîn roja Çarşemê (sibe) bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîrayet Taşdemîr civîneke çapemeniyê bê lidarxisitn. Piştî daxuyaniyê wê heyetek li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rayedaran re hevdîtinê bike.

Dibe her wiha wê li ser xwerêveberî, komkujiyên li Cizîrê û pêvajoya dawî panelek were lidarxistin.

Di roja çaremîn a çalakiyê de (Pêncşem) wê bi moderatoriya rojnamevan Amed Dîcle, panelek bi mijara 'Rojava, Rojhilata Navîn, Pêvajo û Qewimînên Gengaz' were lidarxistin. 

Roja Înê jî wê rêxistinên çep û pêkhateyên HDK'ê bi mijara panelek bi mijara "Li dijî faşîzmê eniya yekîtiyê dikare çawa were birêxistinkirin?" lidar bixin.

Roja Şemiyê, mijara panelê wê "Jin û Xweparastin" be.

Kurdistanî wê roja  Yekşemê bi mîtîngek li ber DMME dawî li çalakiya xwe bînin.

...