Çalakiya ciwanan a li Stûttgartê dewam dike

Çalakiya konê nobedê ya ji aliyê Civaka Azad Stûttgartê ve bi serenavê "Ji Abdullah Ocalan re azadî, bila şerên li Kurdstanê bên sekinandin, qedexeya li ser PKK'ê were rakirin" hat destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike.

Komek ji jinên ciwan a nobeda kon dewr girt, bi sedan belavok belav kir û bi diyalogê re bala raya giştî kişand ser mijarê.

Li her sê aliyên kon pankartên li ser êrîşa dewleta Tirk a li hemberî Farqînê hatin daliqnadin. Her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPJ'ê hatin bilindkirin. Di kêliyeke ku kêm mabû çalakî bi dawî bibe, ji provokasyona faşîstan alozî derket û di encama hewldana ciwanên Kurd û polîsan de faşîst ji herêmê hatin derxistin.

Çalakiya kon wê îro jî li Marktplatzê saet di navbera 14:00-22:00 de pêk were. Heman rojê saet di 17:00 de wê ji meydana Marktplatzê meşek destpê bike. Piştî meşê girseya gel wê li ber konê nobedê bicive û dawî li çalakiya xwe bîne.

...