Li gorî daxuyaniya li ser navê Komîteya Rêxistinkirina Çalakiya Greva Birçîbûnê, diyar kir ku îdîayên li ser hinek torên civakî ku têkidarî bidawîkirina ‘Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasborgê’ ne rastin û derew in.
Çalakgeran diyar kir ku ev îdîa piştî banga KCK’ê ya ku îro têkildarî bidawîkirina greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê hatibû dayîn hatine kirin, di vî warî de hê ti biryar nehatine girtin.
Çalakgerên çalakiya greva birçîbûnê ya Strasboûrgê, heta ku çalakiya greva birçîbûnê ya berxwedêrên li girtîgehên Tirkiyeyê dewam bikin wê çalakiya xwe bidomînin.