CÎK: Xwedî li Efrînê derkeve, li dijî dijminê mirovahiyê têbikoşe

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) got, "Xwîna ku Erdogan dirijîne tenê xwîna Misilmanan e. Malê ku Erdogan talan dike, tenê malên Misilmanan e. Erdogan fîrewn, Nemrûd û Ebû Cehîlî yê vê demê ye."

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek da û got, "Dijminatiya serkêşê DAÎŞ'ê û El Qaîdeyê Erdogan a li gelê me yê mezlûm bê pîvan dewam dike. Serkêşên senteza Tirk-Îslam ên fitne xistin nava alema Îslamê, bûne bela li serê Îslamê û mirovahiyê. Ji bo mirov xwe bigihînin rastiya Îslamê, divê senteza Tirk-Îslamê ji holê were rakirin. Dem hatiye ku ev xençerê fitneyê yê li dilê alema Îslamê hatiye xistin bê derxistin, ev gurûha zalim û munafiq bê beralîkirin û ji bo aramiya alema Îslamê xwedî li Efrînê bê derketin. Ev fermana Quranê ye.

Yên ku êrîşî we kirin û we kuştin, hûn jî li cihê bigirin bikujin. Ji cihê ku we derxistin, hûn jî wan derxînin. Zilm û zext ji kuştina mirovan girantir e.

Bakara 191. Ayetî Kerîm: 'Derxistina fitneyê ji kuştina mirovan nebaştir e'.

Fitneya alema Îslamê di şexsê Erdogan de senteza Tirk-Îslam e.

Xwîn, can û malê Misilmanan li Misilmanan hatiye heramkirin. Hadisî şerîf.

Xwîna ku Erdogan dirijîne tenê xwîna Misilmanan e. Malê ku Erdogan talan dike, tenê malên Misilmanan e. Erdogan fîrewn, Nemrûd û Ebû Cehîlî yê vê demê ye. Yên didin dû wî, li gorî Quranê cihê wan dojeh e. Yên li ser şopa wî ne, zalim in. Xwedê lenet li wan kiriye. Nimêjê jî bikin, rojiyê jî bigirin ew zalim in, ew munafiq in.

Hemû Misilmanên durust divê li dijî van diz, kujer û zaliman dengê xwe bilind bikin. Divê êdî Îslam ji van xwînmêjan bê rizgarkirin.

Banga me li mirovahiyê ye!

Eger hûn îro bi dilrehetî li mala xwe dijîn, ev yek bi saya têkoşîna dijî DAÎŞ û El Nûsrayê ye. Bi hezaran Efrînî, Kobanî û Qamişloyî xwîna xwe di oxira mirovahiyê de rijandin û şehîd bûn. Ji ber vê yekê mirovahî deyndarê Kurdan e. Dem hatiye ku ev deyn were dayin û di vê demê de lazim e hûn piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan. Ji bo parastina nirxên mirovahiyê, ji bo dawîanîna li şîdet û terorê, divê hûn bi me re têbikoşin.

Banga me li gelê Kurd e!

Gelê me yê hêja, Xwedê mirovan timî îmtihan dike. Îmtihana me jî eşkerekirina rastiya van munafiqan e û rizgarkirina mirovahî û Îslamê ji van e.

Neviyên Selhaddînî Eyyûbî û Şêx Seîd!

Li her alî û li her cihî têkoşîna li dijî van barbaran, fermana Xwedê ye û pêwîstiyeke rûmeta me ya milî ye.

Em têbikoşin, bi têkoşînê re Xwedê wê mezlûman bi ser bixîne û zaliman wê têk biçin."