Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT bi berpirsyariya xwe rabe!

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir, ku rapora CPT têrker nîne û di serî de CPT bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir, ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dike têkildarî rapora CPT daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) têkildarî serdanên xwe yên navbera salên 2017 û 2019'an ên li girtîgehên Tirkiyeyê rapor weşand. Yek ji girtîgehên ku di navbera 6-17'ê Gulana 2019'an de serdana wan kir Girtîgeha Îmraliyê bû. Rapora li ser serdana 2019'an a li Girtîgeha Îmraliyê, bi zimanekî kêm û bi tirs hatibe amadekirin jî, ji bo balê bikişîne ser bêhiqûqî û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê raporeke girîng e.

Rapor di mijara gelek pêkanînan de daneyên cidî pêşkêş dike. Weke ku tê zanîn Girtîgeha Îmraliyê bi sîstemeke taybet û bi ewlekariya bilind tê birêvebirin. Ev sîstema ku li Tirkiyeyê yekemcar li Îmraliyê bi cih hate anîn û niha veguheriye sîstemeke ceza ya giştî, weke Rejîma Bicihanîna Ceza ya Girankirî tê binavkirin. Ji xwe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî serlêdana li ser Îmraliyê hate kirin weke binpêkirina qedexeya êşkenceyê pênase kir. CPT ku di raporên xwe yên beriya niha de xwestibû ku dest ji vê rejîmê bê berdan û bê revîzekirin, heman daxwaz di vê rapora dawî de jî anî ziman.

Yek ji aliyên balkêş ên rapora vê dawiyê ya CPT ew e; astengkirina hevdîtinên parêzeran ku sala 2011'an dest pê kir û astengkirina hevdîtinên malbatê yên ji sala 2014'an ve zêde bûn, eşkere bû ku bûye mijareke diyalog û nîqaşê ya navbera CPT û hikumeta Tirkiyeyê. CPT bal kişand ser birîna têkiliya bi derve re ya ji 15'ê Tîrmeha 2016'an a bi Rewşa Awarte re û ev yek weke 'tecrîda' di girtîbûnê de pênase kir. Her wiha tevî ku Rewşa Awarte sala 2018'an hate rakirin, redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinan weke rewşeke cihê fikaran nirxand.

Di rapora CPT de her wiha binpêkirina qedexeya êşkenceyê hate bibîrxistin. Di raporê de; pêkanîna hucreyê ku li Îmraliyê veguheriye rewşeke rûtîn, astengkirina danûstandina girtiyan a bi hev re, astengkirina hevdîtina girtiyan a bi malbatê û parêzeran re, astengkirina pêwendiya girtiyan a bi derve re ya nivîskî, ji aliyê pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ve weke rewşeke nayê qebûlkirin hate destnîşankirin.

CPT hin pêşketinên di Gulana 2019'an de qewimîn erênî nirxand ku hingî serdan çêbû. Ji xwe wê demê li girtîgehên Tirkiyeyê, li derve û gelek deverên dinyayê zêdeyî sê hezar kesayetên siyasî ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Di dema krîtîk a van çalakiyan de Wezareta Edaletê bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexe li ser hevdîtinê nîne û piştre hevdîtina parêzeran a ji sala 2011'an ve dihate astengkirin, dest pê kir. Ev hevdîtin jî di mehên Gulan, Hezîran û Tebaxê de hatin lidarxistin ku mîna CPT tespît kir, hingî cezayên dîsîplînê yên bêhiqûqî û kêfî lê hebû. Lê belê ji Tebaxa 2019'an ve tevî ku biryareke qanûnî nîne, hevdîtinên parêzeran tê astengkirin. CPT bal kişand ser pêwîstiya dewamkirina bi rêk û pêk a hevdîtinan û li ser hejmara hevdîtinên malbatê û parêzeran ên li Îmraliyê ji hikumetê agahiyên mehane xwest, ku ev yek girîng e.

Di dewama raporê de CPT diyar kir ku rapor bi erêkirina dewleta endam rapor hatiye parvekirin. Tevî ku eşkerekirina raporên CPT bi erêkirina dewletan ve girêdayî jî be divê neyê jibîrkirin ku CPT ne saziya hiqûqa dewletan e, CPT saziya hiqûqa mafên mirovan e. CPT bi hincetên dîplomatîk hewl bide mekanîzmaya erêkirinê timî bi cih bîne jî, mixabin bi xemsarî nêzî xemsariya xwe û asta xwe dibe ku di ser dewletan re ye. Wezîfeyeke yekane ya CPT heye, ew jî pêşîgirtina li êşkenceyê ya li nava Sîstema Hiqûqê ya Ewropayê ye. Peymana saziyê vê yekê destnîşan dike.

Li gel vê yekê, CPT 21 sal in her carê qala Rejîma Înfazê ya Girankirî û kiryarên wê yên bêhiqûqî dike, lê mixabin tenê rica û libergerandinê weke çareseriyê dibîne. Bêguman hêza zext û zorê ya dewletan heye. Dîroka mafên mirovan jî ji ber vê yekê mekanîzmayên cuda û bi bandor afirandiye. Xala 10/2 a peymana CPT wê erkê dide ku dewleta endam a ku bi israr li dijî peymanê tevdigere ji raya giştî re eşkere bike. Mixabin CPT vî mafî û wezîfeyê naxe rojeva xwe.

CPT ku erka xwe heye li Îmraliyê kontrolê bike û yek ji saziyên bi bandor ên li qada navneteweyî ye, serdan û rapora wê gelekî girîng e. Û vê serdanê bi zimanekî dîplomatîk jî be careke din destnîşan kiriye ku Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê bi rejîma êşkenceyê tê birêvebirin. Lê mixabin di rewşa heyî de tenê serdan û rapor têrê nake. Bêhiqûqî û kêfiyet roj bi roj bi sazî dibe, mayinde dibe. Ji ber vê yekê di serî de CPT em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin, ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."