BI DÎMEN

Bûrcûgul Çûbûk: Doza Kobanê ji destpêkê ve dozeke têkçûyî ye

Parlamentera Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk anî ziman ku Doza Kûmpasê ya Kobanê ji roja destpêkê ve dozeke têkçûyî ye û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê.

DOZA KOBANÊ

Parlamentera Îzmîrê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Bûrcûgul Çûbûk ji ANF'ê re axivî û got, "Di vê dozê de dema ku hevalên me ji Meclîsê hatin wergirtin û li girtîgehê hatin bicihkirin, gelê me digot ev doz dozeke kûmpasê ye. Bi krîmînalîzekirina HDP'ê re xwestin qada têkoşîna civakî vala bikin. Bi têkoşîna hevpar a HDP'ê û pêkhateyên wê re qada civakî timî berfireh bû. Li gelek qadan gel hîn bêhtir daket qadan, çalakî hatin kirin, têkoşîna rewa hate bilindkirin. Ya rast çalakiyên ku weke çalakiyên 6-8'ê Cotmehê têne bîranîn, çalakiyên piştevaniya bi Kobanê re yek ji van bû. Gelekî rewa bû, gelekî xurt bû û li dijî van çalakiyan hêzên kontra êriş kirin. Ev doz hîn ji destpêkê ve weke dozeke kûmpasê têkçûyî bû. Di asta biryardanê de ev yek hîn bi şênberî hate dîtin. Ya rast, li xwe mikur hatin nêteke wan a ji bo darizandina ji ber kuştina mirovan nîne. Di vir de xwestin peyamekê bidin wan mirovên li Tirkiyeyê, peyamekê bidin gelên Tirkiyeyê ku têkoşîna Kurdan, têkoşîna gelê Kurd rewa dibînin."

Bûrcûgul Çûbûk ragihand ku têkildarî Doza Kûmpasê ya Kobanê hîn jî gef têne xwarin û got, "Sosyalîstên Tirkiyeyî bi gelê Kurd re dimeşin. Baweriya xwe pê anî ku divê pê re bimeşe. Cezayên ku li sosyalîstên enternasyonal hatin birîn jî mînaka vê yekê ne. Bi taybetî cezayên giran li hevalên me birîn. Divê bê zanîn ku tenê ji ber ku li Tirkiyeyê sosyalîst in ceza hatiye birîn. Ev dozeke kûmpasê bû, parçeyek ji 'Plana Têkbirinê' bû, lê belê ne tenê li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye. Ji wê demê û vir ve li Tirkiyeyê têkoşîneke ji bo wekhevî, edalet, azadî û rizgariyê heye. Teroreke girtinê li dijî her kesî heye. Li hemberî her kesên ku dadikevin qadan, daxuyaniyê didin çapemeniyê, çalakiyên şermezarkirinê dikin, peyameke cuda didin. Doza Kûmpasê ya Kobanê eger li dijî sosyalîstên bi gelê Kurd re tevdigerin gefek be, ev girtin jî, xistina hevlaên me li koxûşên edlî jî gefeke din e."

Bûrcûgul Çûbûk anî ziman ku girtinên ji ber çalakiyên 1'ê Gulanê, girtinên li Wanê, girtinên li Gezî û Kobanê hemû êrişên hevpar in û got, "Em neçar in ku ji hev cuda nebin, bi hev re bimeşin, bi taybetî sosyalîstên tirkiyeyê divê êdî xwe ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê venegirin. Ji ber ku çiqasî xwe jê vegire jî ji xwe zerarê dibînin. Eger hûn nikaribin têkoşîneke enternasyonalîst bimeşînin hûn bi tenê dimînin. Yek li aliyekî bi tenê dimîne, yê din jî li aliyê din tenê dimîne. Faşîzm sîstemeke welê ye ku bi têkoşîna topyekûn dikare bê têkbirin. Helwesta me ya li hemberî vê yekê divê ji hev cuda nebe."