Bûldan: Tecrîd ji bo hebûna desthilatê tê pêkanîn

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir; “HDP û bi milyonan hêvî wê hevkêşeya mezin pêk bînin” û destnîşan kir; “Tecrîda Îmraliyê ji bo li ser piyahiştina rejîma bêhiqûq û pêvajoya şer e.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li Meclisê di civîna koma partiyê de rojevên heyî nirxand. Di civînê de Bûldan qala krîza aborî û tecrîda li Îmraliyê kir.

Pervîn Bûldan anî ziman ku beriya kongreya mezin, civîneke girîng pêk anîne û wiha got: “Belê, em niha di serdemeke wisa de ne ku gelek qala HDP’ê tê kirin. Di serdemeke ku siyaset, hiqûq û nirxên civakî li bin lingan hatine xistin de em têkoşîneke ku rûmeta mirovahiyê, jiyaneke adilane û wekhev di lûtkeyê de digire dest dimeşînin. Ji ber ku HDP nakeve û nikarin têk bibin, hêvî jî têk naçe û nikarin têk bibin. Lewma hemû derdê wan bûye HDP. Zîhniyeteke ku hewl didin HDP’ê li derveyî vê hevkêşiyê bihêlin. Bi HDP’ê gelek mijûl bûn û hêj pê re mijûl dibin. Di dîroka dîktatoriyê ya cîhanê de zext û bêhiqûqiyên nehatine dîtin kirin û hê jî dikin. Darbe kirin, girtin, qedexe kirin, kuştin, îşkence kirin, dozên kûmpasê vekirin û hewl dan bêdeng bikin. Niha jî fezlekeya Saliha Aydenîz bi lez û bez şandin Meclisê. Ev jî weke dozeke kompasê li pêşiya me ye.”

Bi domdarî Bûldan bi boneya salvegera qetilkirina Denîz Poyraz bi bîr anî û wiha domand: “Hemû kes dibîne ku bi milyonan Denîz hene. Denîz a hêja, ji bo pêkanîna xeyalên te em ê bi hemû hêza xwe bixebitin.”

Di berdewamê de Bûldan destnîşan kir ku desthilatdarî dixwaze HDP’yeke ku nikare siyasetê bike, ji gel re nebe hêvî û hatiye tenêkirin bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwestin hêviya guherînê ya mezin a ji 7’ê Hezîran û 31’ê Adaran afirî binax bikin. Lê mixabin ku nekarîn! Nekarîn cesareta siyasî ya HDP’ê û hêviya gelê me bişikînin. Wê nekarin jî. Heta di civînên xwe de jî qala HDP’ê dikin. HDP û biryardariya gel a di têkoşînê de baş nenirxandin. Di encamê de çi bû? HDP’ê hêza xwe ya pêşentiyê hîn xurtir kir û her ku diçe xurttir dike. Em ji duh hîn bihêzttir in. Erê rast e gelek bahoz rabûn lê nekarîn me têk bibin. Ji ber ku HDP çinarek e ku rihên xwe kûr berdane nava xakê. Vê çinarê li pêşerojê aj da û niha jî mezin dibe. Ber bi serkeftina fînalê ve em bi gavên bibiryar pêş dikevin.”

‘HDP JI BO JIYANA WEKHEV Û HEVPAR A 86 MILYONAN TEKANE VEBIJÊRK E’

Bûldan, anî ziman ku kî bo xwe çi hesaban dike bila bike lê hevkêşa herî mezin wê ji hêla HDP’ê ve bê damezirandin û wiha pê de çû: “Armanc û rêyên çareseriyê ku HDP’ê danîne pêşiya xwe, ji bo jiyana wekhev û hevpar a 86 milyonan tekane vebijêrk e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dibêje ku bila pergala înkarker, tuneker û yekperest ku bi sedan sala ye êşên giran bi gelan dan kişandin mîna xwe bidome. Armanca wan ew e ku komar nekare demokratîk bibe, aştî ava bibe û edalet pêş bikeve. Partiyên muxalîf ên derveyî me jî li benda restorekirina vê pergala heyî ne. Dibêjin em cihên hilweşiyayîn hinek çêbikin û xwe xelas bikin. Em jî dibêjin ku ev xanî xaniyekî rizî ye. Stûnên wî hildiweşin. Xuya ye ku di dema çêkirina wî xaniyê de dizî hatiye kirin. Bingehê wê baş nehatiye danîn. Em fêm nakin bê ka wê ev çawa restore bikin. Gelo ma ev bo gel dikare bibe hêvî? Gel jî baş di ferqê de ye ku heta bingehekî nû neyê avêtin û heta peymaneke civakî ya li ser bingeha wekhevî û edaletê neyê çêkirin, wê pêşerojek nebe. Baş e lê heta aştî çênebe wê çawa pêşerojeke hevpar ava bikin?”

Bûldan wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Yek ji pirsgirêka herî mezin a vî welatî, nebûna aştiyê ye. Ev demeke dirêj e ku ne desthilatdarî û hem jî muxalefet weke ku pirsgirêka Kurd nebe tevdigerin. Mijara behsê xeberê mijareke sedsalî û heqîqeteke navneteweyî ye ku pêwîstiya xwe bi jidilbûn û micidbûnê heye. Bingeha hemû pirsgirêka ev pirsgirêke ye û yên ku ji hevrûbûna wê direvin, yên ku naxwazin îradeya çareseriyê pêş bixin, di heman demê de berpirsyarên êşên heyî ne.

‘TECRÎDA ÎMRALIYÊ JI BO LI SER PIYAHIŞTINA REJÎMA BÊHIQÛQ Û PÊVAJOYA ŞER E’

Dixwazim li vir dîsa bipirsim; gelo çima tecrîda li Îmraliyê heye? Ne desthilatdarî û ne jî muxalefet bersiva vê pirsê nadin. Em baş pê dizanin ku ji bo domandina pêvajoya şer û ji bo ku rejîma bêhiqûqiyê xwe li ser pêyan bigire vê tecrîdê didomînin. Di sala 2015’an de pêvajoya çareseriyê tune kirin û rê li ber pergaleke nelirêtî û derhiqûqiyê vekirin. Ji bo ku ev pergal xelas nebe jî di polîtîkaya şer de israr dike.

‘HEKE ÇARESERÎ PÊŞ BIKEVE WÊ ÎMPARATORIYA WAN A TALANÊ HILWEŞE’

Hemû kes baş pê dizane ku me ji bo bidawîkirina neçareserkirin û rûxandinên heyî Meşa Gemlîkê da destpêkirin. Bi taybet jî kesek heye ku hûn vî kûmpasvanî di albûman de, bi wêneyên daye kişandin de baş nas dikin. Em baş dizanin ku gelek aciz bûye. Ji ber ku ev kes ji dibêtiya çareseriyê jî ditirse. Heke çareserî pêş bikeve wê împaratoriya wan a talanê hilweşe. Ew jî baş di ferqa vê de ne. Lewma demildest kete nava derew û îftîrayan. Em dizanin ku bi êrişên li dijî HDP’ê re dixwaze rayeya xwe biparêze.

Kesek heye ku qaşo me weke parlamenter qebûl nake. Em jî wî weke wezîr nabînin û nas nakin. Tu qebûl bikî yan nekî û tu biecibînî yan neecibînî jî li vî welatî 10 milyon kes deng dide me û em kirin parlamenter. Di hilbijartina din de em ê hîn mezintir bikevin Meclisê. Wê hesaba wan albûman, wê şirîkatiya sûc û derhiqûqiyan yek bi yek bidî. Hêj niha ve amadekariyên vê bike. Ji ber ku dem nema!

‘KESEKÎ NEKARÎ SERÎ LI VÎ GELÎ BIDE TEWANDIN Û WÊ NEKARIN JÎ’

Duh dîsa li gundê Xaşkan ê Elbak a Wanê di dema destgîrkirna kesekî de dîmenên sosret derketin holê ku hemû cîhan heyîrî ma. Em şaş nebûn ji ber ku desthilatdariyê bi vê rêbazê dest bi kampanyaya hilbijartinê kir. Em vê wehşetê şermezar dikin. Em baş dizanin ku dixwazin gel bitirsînin û bêzar bikin. Lê ya herî baş em dizanin ew e ku ev desthilatdarî ji tirsan diricife, dilerize. Nikare derkeve pêşberî gel û hêzên ewlekariyê dişîne. Lê divê baş bizanin ku kesekî nekarî serî li vî gelî bide tewandin û wê nekarin jî. Hûn ê nekarin wana teslîm bigirin. Wê ev kampanyaya we ya bi çekan wê dawiya we bîne.

‘KÎ CIDÎ NÊZÎ PIRSGIRÊKA KURD NEBE WÊ PIR MEZIN WINDA BIKE’

Muxalefet israr dike ku xwe nêzî çareseriyê neke. Pêşnexistina çareseriyeke di çarçoveya guftûgo û muzakereyan de, qalnekirina tecrîda girankirî û derhiqûqî, tenê bi kêrî desthilatdariyê tê. Ez li vir bang dikim; gelo ma hûn wê ji bo çendek dengên neteweperestan wê sedsalên din ên Tirkiyeyê tune bikin? Ez bi vekirî dibêim; Kî cidî nêzî pirsgirêka Kurd nebe, kî rêyên demokratîk pêş nexe û kî di mijara pirsgirêka Kurd de bikeve pêşbirka nîjadperestiyê wê pir mezin winda bike. Kî vê mijarê ji aliyê siyasî ve weke amûrekî bi kar bîne, bi çavê deng li gelê Kurd binêre, vîn û daxwazên gel nas neke wê mezin winda bike. Heman rêbaz di demên berê de hatin ceribandin. Lê yek ji van rêbazan bi ser neketin û wê îro jî bi ser nekevin.”

Di van rojan de hinek kes bêyî ku belgeyek di destê wan de hebe qala pêvajoyeke nû ya çareseriyê dikin. Ev gotinên ku tenê di demên beriya hilbijartinê de tên kirin, vala ne. Ya ku em dibînin ew e ku desthilatdarî ji hev dikeve. Pêvajoyeke ji hev belavbûnê ya siyaseta tunekirin û înkarê ye ku bi fiyaskoyê bi encam bû. Ne tenê desthilatdarî lê siyaseta hemû kesên ku cidî nêzî meseleyê nabin ji hev belav dibe. Yên ku vê siyasetê derbas nekin teqez wê ji hev bikevin û belav bibin.

‘HETA KU HDP Û FİKRİYATA WÊ HEBE BİLA KESEK XWE BÊHÊVÎ NEKE’

Dawiya hefteyê li Stenbolê em bi nûnerên elewiyan re civiyan. Me pirsgirêkên wan guhdar kirin. Me dîsa israra xwe ya di têkoşîna hevpar û hevrêtiyê de li hev kir. Lê divê neyê jibîrkirin ku pergala ku nasname û baweriyan red dike li ber têkçûnê ye. HDP’ê jî ji bo ku hemû bawerî, çand û nasnameyên li ser vê xakê bi awayekî azad û wekhev bijîn dest bi têkoşîna xwe kir. Ev têkoşîna anî asta fînalê. Heta ku HDP û fikriyata wê hebe bila kesek xwe bêhêvî neke.

‘Jİ BER KU Jİ DENGÊ GEL DİTİRSİN ROJNAMEGER XİSTİN GİRTÎGEHÊ’

Yek ji pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê bêedaletî ye. Bi hinceta OHAL’ê gelek kes binçav kirin, girtin, dozên kompasê vekirin, cezayên derhiqûqî dan, êşkence û nêzikatiya xerab li girtîgehan pêş xistin, kujer hatin xelatkirin û hwd. Doza Kûmpasê ya Kobanê, Doza Geziyê, Doza Girtinê, Doza Çapemeniya Azad... Dozê vê desthilatdariyê bi tevahiya welat re heye. Herî dawî li Amedê rojnameger hatin girtin. Ji ber ku ji dengê gel ditirsin û ji ber ku wan kesan rojnamegerî dikirin xistin girtîgehê. Ez silav û hezkirinên xwe bo tevan jî dişînim. Divê desthilatdarî baş pê bizane ku hêj hêzekê ku bikare heqîqeta pênûs bêdeng bike li ser rûyê erdê nehatiye dîtin. Hûn jî wê nekarin!

‘WÊ HEMÛ DİJMİNÊN JİNAN HESABÊ BİDİN EDALETÊ’

Daraza mêrserdest duh cezayê muebbeta giran a zilamê ku Pinar Gultekîn qetil kirî bi hinceta ‘tehrîka nerewa’ daxist 23 salan. Bêguman em şaş nebûn. Ji ber ku kesê jinê qetil dike û yên hiqûq û edaletê qetil dikin hevkariyê dikin. Ez vê biryara li dijî jinan şermezar dikim. Em ê vê biryarê bi tu awayî qebûl nekin. Divê daraza mêr ku xizmetê ji polîtîkaya desthilatdariyê ya dijminatiya li dijî jinan dike baş bizane ku ev pergal wê biguhere! Dema ku ew roj hat jî wê hemû dijminên jinan hesabê bidin edaletê.”

Ciwanên hêja, dem hatiye ku em vê zîhniyeta rizî biavêjin sergoyê. Qêrîneke we wê vê desthilatdariyê bilerizîne. Li dijî vê desthilatdariya ku êdî çîrokeke wê nema ye, dem dema nivîsandina çîroka serkeftinê ye.

‘WÊ KONGREYA ME BİBE MEŞA MEZİN A HEQÎQET Û DEMOKRASİYÊ’

Ji 3’yê Tîrmehê re demekî kin ma. Wê kongreya me bibe meşa mezin a heqîqet û demokrasiyê. Wê kongreya me bibe kongreya hêvî, cisaret û pêşerojeke hevpar. Werin em coş û îradeya 8’ê Adarê, Newrozê û 1’ê Gulanê veguhêzin kongreya me.”