Bûldan: Tecrîd divê tavilê were rakirin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Her kesên alîgirê aştî, demokrasî û edaletê yên li Tirkiyeyê divê li ber tecrîdê rabin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li ser grevên birçîbûnê li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bûldan bi bîr xist ku Leyla Guven 110 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: "Greva birçîbûnê êdî hatiye asta metirsîdar. Li gel bang û hewldanên me jî hikumetê gavek neavêtiye. Desthilatdarî ji bilî bêdengkirin û astengkirinê tiştekî nake. Meşa parlamenteran a ku ji Amedê hate destpêkirin ji aliyê Wezîrên Karên Hundir ve hewl hate dayin ku bê astengkirin. Lê li  gel hemû astengiyan jî hevalên me bend derbas kirin. Hevalên me ji bo balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ev yek kirin. Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê Kurd û HDP'ê ye."

Bûldan bang li Meclîsê û raya giştî kir û got: "Tecrîd divê tavilê bê rakirin. Bêyî ku kesek jiyana xwe ji dest bide divê tecrîd bê rakirin. Divê Wezîrê Edaletê qanûnên ku derxistine bixe meriyetê.  Hemû komên li meclîsê divê li dijî tecrîdê hestiyar tevbigerin. Tecrîd ne tenê li ser birêz Abdullah Ocalan e, li ser tevahiya Tirkiyeyê ye. Em bang li serokê meclîsê jî dikin û dibêjin ku divê derbarê daxwazên Leyla Guven de gav bên avêtin. Leyla tenê yek parlamenter e ku son nexwariye û li meclîsê ne di tevgerê de ye. Daxwazên hevalên me ne li dijî hiqûqê ne, divê bên qebûlkirin û hikumet û Wezîrê Edaletê li gorî qanûnan tevbigerin.

Her kesên li girtîgehê xwedî wî mafî ne ku malbat û bi parêzerên xwe bibînin. Di vî warî de tecrîd tenê li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye. Birêz Ocalan jî wekî her kesî xwedî vî mafî ye.  Divê ku tecrîd demildest bê bidawîkirin. Ji tiştên neyînî ku biqewimin hikumeta AKP'ê berpirsiyar e."