Bûldan: Tecrîd bi dawî nebe wê darbe û krîzên mezin rû bidin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Eger tecrîd bi dawî nebe wê krîz û darbeyên mezin rû bidin. AKP-MHP ji bo faşîzmê pêk bînin tecrîdê didomînin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û tecrîda li Îmraliyê ji ANF'ê re nirxand.

'KOMPLO BI SER NEKET'

Bûldan bal kişand ser armancên komployê û got, "Di serî de Sûriye xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, Tikriyeyê bi sîstema hegemonîk a navneteweyî ve girê bidin, bi şerê Kurd-Tirk û Kurd-Ereb re gelan bi hev bidin qirkirin, têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê ya Kurdan tasfiye bikin.

Bi komploya 15'ê Sibata 1999'an re plan kirin ku li Tirkiyeyê şerê Kurd-Tirkan derxînin, lê belê Birêz Ocalan bi îradeya xwe ya aştî û çareseriyê pêşî li vê girt. Bi xeta aştiyê ya Îmraliyê re bû pirek navbera gelan. Bi projeya xwe ya aştiyê hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bû hêza herî mezin a çareseriyê.

Bi komployê plan kiribûn ku îradeya siyasî ya gelê Kurd û pirsgirêka Kurd tasfiye bikin. Lê belê ev yek bi ser nexistin. Berevajî, gelê Kurd bi hişmendiyeke mezin a siyasî û biryardarî têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê meşand û hem li Rojhilata Navîn hem jî li Tirkiyeyê veguherî hêzeke mezin guhertin û demokrasiyê."

'KOMPLO BI TECRÎDÊ DEWAM DIKE'

Pervîn Bûldan diyar kir ku komploya navneteweyî niha bi tecrîda mûtleq a girankirî dewam dike û got, "Bi girtina deriyê Îmraliyê re hewl didin daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê ya gelan tecrîd bikin. Demokrasî hatiye tecrîdkirin. Hiqûq, edalet hatine tecrîdkirin. Lewma bidawîkirina tecrîdê, vekirina deriyê Îmraliyê li danûstandinên demokratîk ji bo têkbirina komployê wezîfeya mecbûrî û dîrokî ya me hemûyan e, ya hêzên demokrasiyê û civaka demokratîk e."

'EGER GUH BIDANA OCALAN WÊ REWŞ LI ROJHILATA NAVÎN CUDATIR BÛYA'

Li ser pêşdîtinên Ocalan ên têkildarî Rojhilata Navîn û rewşa heyî Bûldan got, "Eger pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013 û 2015'an de hate destpêkirin ji aliyê desthilatdariyê ve nehatibûya qedandin, eger çareseriya pirsgirêka Kurd a bi danûstandinên demokratîk û gavên aştiyane nehatibûya astengkirin, eger guh bidan Birêz Ocalan wê bi atmosfera aştiyê û potansiyela çareseriyê re bayê demokrasiyê li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriyeyê deng veda. Pêvajoya çareseriyê dewam bikira wê perspektîfa çareseriyê ya sed salî ya Birêz Ocalan, projeya demokratîk li Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Rojhilata Navîn veguheriya bihara demokrasiyê ya gelan. Tirkiye wê niha nebûya aliyekî şer ê li xaka Sûriyeyê. Wê ne di wê rewşê de bûya ku piştgiriya çeteyan dike. Li Sûriyeyê wê hîn bêhtir xwîn nerijiyabûya. Pêvajoya Sûriyeyeke demokratîk wê dest pê kiribûya. Hêzên navneteweyî yên dixwazin li Sûriyeyê û herêmê hegemonya xwe ava bikin, alternatîfên çareseriya demokratîk li derve hiştin û polîtîkayên xwe yên şerker li herêmê ferz kirin. Aqlê dewletê û desthilatdariyê yê li Tirkiyeyê jî xwe li vê polîtîkayê danî. Paşeroja xwe di nava polîtîkayên şerker de dît.

Li Sûriyeyê ku Birêz Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komploya navneteweyî neçar hate hiştin jê derkeve, hêzên ku komplo plan kirin niha hespê xwe lê dibezînin. Neçareserî li Sûriyeyê ferz kirin. Ji wê derê li tevahiya erdnîgariyê belav bûn ku Tirkiye jî di nav de ye. Bloka AKP-MHP tenê ji bo Kurd rêveberiyeke demokratîk ava nekin, ji bo li Sûriyeyê bi îradeya xwe neyên temsîlkirin, ji bo çareseriyeke demokratîk li hundir nexwazin, li vê polîtîkaya navneteweyî bi cih bû. Belê, gelê Kurd, gelên Sûriyeyê berdêlên giran ên şer didin. Lê belê gelên Tirkiyeyê jî berdêlên giran dan û didin. Her roj cenaze ji Idlibê tên. Encama neçareseriyê ev e."

'EGER TECRÎD BI DAWÎ BIBE WÊ DI NAVA 10 ROJAN DE ATMOSFER BIGUHERE'

Bûldan destnîşan kir ku yek ji maliyetên siyasî yên neçareseriyê jî ew e ku mekanîzmaya darbeyê di dewrê de ne û got, "Polîtîkaya tecrîdê sîstemeke welê ye ku ji bo neçareseriyê li tevahiya herêmê belav bikin xistine dewrê. Astengiya herî mezin a ku niha pêşî li aştiya li Sûriyeyê digire tecrîd e û siyaseta neçareseriyê ye ku bi tecrîdê tê meşandin. Tirkiye xitimiye. Pêşdîtinên Birêz Ocalan piştrast bûn. Desthilatdariya ku Dolmabahçe ji nedîtî ve hat, di nava çirava Idlibê de winda dike, li Lîbyayê winda dike. Ji ber ku bi Îmraliyê re diyalogê nakin niha rojekê li Moskowayê ye, roja din li Washîngtonê ne. Rêya çareseriyê eşkere ye. Vekirina deriyê Îmraliyê, vegera li diyalog û danûstandinan e. Ev yek bibe di nava 10 rojan de atmosfer dikare bê guhertin û pêvajoyeke demokratîk dikare li Tirkiye û Sûriyeyê dest pê bike."

Bûldan ragihand ku alîgirên demokrasiyê, her kesên ku siyaseta demokratîk dimeşînin divê bi hev re li dijî tecrîdê têbikoşin û destnîşan kir, ku tecrîd sîstemeke tarî ye ku li tevahiya welêt belav bûye, divê haya her kesî ji vê hebe.

'TECRÎD DEWAM BIKE WÊ KRÎZ Û DARBEYÊN MEZIN RÛ BIDIN'

Di dawiya axaftina xwe de jî Bûldan ev hişyarî da û bang kir: "Bi saya berxwedan û têkoşîna mezin a 21 salan ispat bû ku komploya navneteweyî bi ser neket û wê ji niha û pê ve jî bi ser nekeve. Yên ku ji rastiyên dîrokî dersê dernaxînin û li şûna vê ji polîtîkayên şer û tecrîdê encamê hêvî dikin, di nava şaşitiyeke dîrokî de ne. Hêviya me ew e ku tavilê dest ji van polîtîkayên şaş berdin, giraniyê bidin ser çareseriyê û derfetên siyaseta demokratîk bi xurtî bi kar bînin. Ji bilî polîtîkayên aştiyane û danûstandinên demokratîk alternatîfeke din bi ser neket, bi ser nakeve. Israra di neçareseriyê de nebaşiya herî mezin e ku li gelan bê kirin. Tirkiye niha ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve têk diçe. Sedema wê jî ev siyaseta neçareseriyê ye. Heta ku Tirkiye xwe ji rûbirûbûna bi pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokrasiyê û edaletê û rabirdûya xwe vegire, wê krîz û darbeyên hîn mezintir derkevin pêşiya Tirkiyeyê. Divê êdî ji nava vê derkeve. Yên ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêka demokrasiyê çareser nekin wê ji holê rabin. Yên ku xwe nespêrin demokrasiyê xwe tevî faşîzma ku xwe dispêrê hilweşin. Gelên Tirkiyeyê gûman ne neçar e ku bi faşîzmê bijîn. Bêçare nînin. Bêalternatîf nînin. Alternatîfa demokratîk a ku HDP'ê afirand, deriyekî dîrokî li pêvajoya desthilatdariya demokratîk vedike."