Bûldan: Ne pirsgirêka Kurd a AKP’ê, pirsgirêka Kurd heye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di axaftina xwe ya li vekirina buroya hilbijartinê ya li Wanê de axivî û got: “Pirsgirêka Kurd a AKP’ê ya li gel MHP’ê îtifaq kirî nîne, pirsgirêka Kurd heye.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bervîn Buldan, bi armanca tevî vekirina Buyora Hilbijartinê ya Navendî bibe hat Wanê. Bûldan li balafirgeha Ferît Melen a Wanê ji aliyê endam û rêveberên HDP'ê, Namzetên HDP'ê û girseyek mezin bi sedan maşîne hat pêşwazîkirin. Bûldan piştî bi karwana ji sedan wesayîtan pêk dihat derbasî avahiya HDP'ê ya Wanê bû. Bûldan piştre derbasî Buroya Hilbijartinê ya Navendî ya Wanê bû. Bûldan, bi tevlêbûna namzetên HDP'ê yên Wanê derket ser otobusa hilbijartinê û gel slav kir. Dema Bûldan derket ser otobusê deh hezaran bi yek dengî dirûşme berz kirin.

Bûldan gel silav kir û wiha got: "Îktîdara AKP'ê 16 sal in Kurdan înkar dikin. Duh li Amedê Serokomar Recep Tayîip beg got; "Birayê min ên Kurd hene, lê pirsgireka Kurd tine." Li gorî wî pirsgirêka Kurd tune. Li gorî wî pirsgirêka gur heye. Wan bi MHP'ê re îtîfaq çêkir. Ji ber wê li gorî wan pirsgirêka Kurd tine."

GER PIRSGIRÊKA Kurd TINE BE TU ÇIMA ÇÛ EFRÎNÊ?

Bûldan, bang li Erdogan kir û wiha got: "Ez ji Erdogan re dibêjim dibe ku pirsgirêka te ya Kurd tine be. Lê pirsgirêka Kurdan bi te re heye. Pirsgirêka me bi te re heye. Eger ku li vî welatî pirsgirêka Kurd tune, tu çima çû Efrînê. Tu çima çû Gever, Nisêbîn û Cizîrê? Li vî welatî hişmendiya ku pirsgirêka Kurd nebîne, mahkûmê tinebûnê û têkçûnê ye. Ji ber ve yekê hişmendiya AKP'ê jî wê di 24'ê Hezîranê de biçe. Em dibêjin oxir be ji te re."

BI QASÎ KULEYÊ Û MÎNAREYÊ JI HEV NAS NEKE CAHÎL E

Bûldan, ziyareta Erdogan a Amedê jî rexne kir û wiha got: "Serokomarekî welatekî divê hurmhetê ji hemû bawerî û rengan re nîşan bide. Lê ew înkar dike. Duh li Amedê Tayîp beg got Kuleya saetê xera kirin. Lê bi qasî ku Quleya Saetê û Mînareya Çarling ji hev nas nake cahîl e.

HERIYÊ DAVÊJE Û DAXIVE

Ji ber gotinê wî tine, tiştekî bêje tune heriyê davê û şopa wê dihêle. Ji ber ku duh li Amede cam rawestiya Tayîp bêy ji rawestiya. Divê em 20 rojan sebir bikin. Van rojan her şev Demîrtaş û girtîgeha Erdîrne tê xewna Erdogan. Çend rojin di derbarê birêz Demîrtaş de daxive. Lê hemû derew in. Ti ratiya wê tine. Dibêje destê Demîrtaş di bûyerên Kobanê de heye. Lê Birêz Demîrtaş ji ber azadiya ramanê tê darizandin."

YÊN FERMANA KOMKUJIYA PIRSÛSÊ DA AKP BÛ

Bûldan, diyar kir ku yên fermana komkujiya Pirsûsê da, yên komkujiya Enqere da Hikûmeta AKP'ê ye û wiha lê zêde kir: "Ew qas ji Selehattîn Demîrtaş û siyaseta wî ditirsin, cesaret nakin wî berdin. Hemû cîhan û alem dibêjin Demîrtaş berdin, lê cenaseta wan tine. Ew bernedin jî gel wê Demîrtaş di 24'ê Hezîranê de serbest berde. HDP wê dersa AKP'ê û Erdogan bide. Gelê Wanê wê tola Bekir Kaya û Fîgen Yuksekdag bide. Gelê Wanê ji Bekir Kaya hez dike. wê di 24'ê Hezîranê de azad bikin.

XENDEK KIRIN HINCET Û QEYÛM TAYIN KIRIN

Em dipirsin li Wanê û navçeyên wê xendekê hatin kolan hene na? Wê demê hemû derew û bêbextî ye. Feraseta wan xerabe ye. Ji ber ku naxwazin em siyasetê bikin me reş dikin û derewan li me dikin." Budan berê xwe da deh hezaran kesên beşdarî mîtîngê bû û got: "Binerin her kes li vir e. Siyaset li vir e. Benda ji sedî 10 tenê ji bo HDP'ê heye. Niha hemû lîstik li ser HDP'ê tê meşandin. Namzetên me, hevserokên me, hevşaredarên me girtî ne. Lê tevî hemû lîstik û astengiyan dîsa em li qadan in em li cem gelê xwe ne. Em wê bi hêzek mezintir bên meclîsê. Ji ber ku HDP baweriya vî welatî ye. Temînata aştî, demokrasî, edalet û azadiyê ye. Bêyî HDP parlamento nabe. Bi hezaran ciwanên Wanî îro betal in. Esnaf gelek rojan siftah nake û êvarî diçe mal. AKP'ê hilberîn, sewalkarî û çotkarî xelas kirin. Li gel vê yekê tê dengan dixwazin. Em dizanin ku heta pirsgirêka gelê Wanê û kurdan çareser nabe, pirsgirêka Tirkiye jî çareser nabe. Ger ku HDP biçe meclîsê û Demîrtaş bibe Serokomar wê înkar û îmha ji holê rabe.

EM HETA HETA JI WE BAWER DIKIN

Bûldan, herî dawî got: "Em heta dawî ji gelê Wanê bawer dikin û gelê Wanê heta dawî li vîna xwe û partiya xwe xwedî derketiye. Em dibêjin hûn wê bikin 8-0. Em ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin. Rêya we reya me vekiribê. An Azadî An Azadî, An Serkeftin An Serkeftin. "