Buldan: Em tecrîdê jî faşîzmê jî hilweşînin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Konferansa Meclîsa Jinan a HDK'ê axivî û got, ''Heke tecrîd were şikandin wê faşîzm jî bişike'', bang li jinan kir ku li dijî pergala mêr rabin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Konferansa 11'an a Jinan a HDP'ê axivî. Konferans li hêwana Çalaktiyê ya Mîra Palas a li Avcilarê pêk tê. 

Buldan bal kişande ser giringiya konferansan û got,''Her kongreyeke nû hêzeke mezin dide têkoşîna hevpar a jinan'' û got HDK ya ku li 81 bajaran rêxistiniya xwe kiriye, têkoşîna ji gelek derdoran gihandiye hev û ji bo vê jî avaniyeke grîng e.

Buldan got HDK navendeke wiha ye ku Kurd, jin, elewî, hemû çewisandî dikarin lê siyasetê bikin, siyaseta demokratîk di bin vî banî de pêk hatiye û her wiha HDP jî hêza xwe daye vê konferansê. Buldan got,''Nexasim têkoşîna jinan ku li nav HDK'ê dikin pir girîng e.''

Buldan di axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir bi şikandina tecrîdê re faşîzm jî wê wer şikandin û got, ''Tevahiya diroka têkoşîna me yên ku di siyaseta demokratîk de nehatin cem hev hewl dan ku hêza me bişkînin. Partiya me li ber girtinê ye. Ti bingehê vê yê hiqûqîn îne, tekane sebeb siyaseta me ya paqij e û ji ber ku em polîtîkayên gemarî yên desthilatê teşhîr dikin.''

Buldan bi berdewamî wiha got: ''Nikarin HDP'ê ya ku dengê bi milyonan mirov e rawestînin. Li meydanan, sendoqan, di fikrên jinan de, hezîranan wê dengê gavên HDP'ê bikin. Li dijî tifaqa faşîst a dijminên jinan em li nav HDP'ê rêxistiniya xwe bikin. Dema wê ye ku em li dijî pergala yekreng, talanger, a mêr û mafya bibin yek.''