Buldan: Arinç divê demildest ji gelê kurd lêborînê bixwaze

Buldan: Arinç divê demildest ji gelê kurd lêborînê bixwaze

Wekîla Serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan bertek nîşanê gotinên Bulent Arinç yên ji bo gerîlayan ên wekê ‘bila biçin cehnemê’ da û got ev heqereteke li dijî kurdan e û bi zimanekî tund rexne kir.

Buldan  gotinên Arinç ‘nîjadperest provakatîf’ bi nav kir û got: Bi hedê tu kesî neketiye kul i dijî ewladên vî gelî van îfadeya bikarbîne.Divê Arinç demildest ji gelê kurd lêborîna xwe bixwaze.”

Buldan wiha got: “Yên ku biçin cehnemê; zînniyeta înkarker û dagirker e. Bi salane ev zîhniyet gelê kurd biçûk dixîne û tune dihesibîne, tune dike. Cihê vê zihniyetê cehnem e.”

Buldan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bertekên tund nîşanê Arinç da û got ew wek gelên Tirkiyeyê di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û got: “Ji bilî hinek nîjadperest û statukoyiyan her kes piştgiriyê dide pêvajoyê. Îradeya aştiyê û çareseriyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê bi biryareke mezin dimeşe. Pêngava vê ya herî şênber  vekişîna Gerîlayan a di 8’ê Gulanê de ye.  Ev pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ve dike û pêngaveke gelek girînge.”

Buldan da zanîn ku ji bo ku vekişîn bê pirsgirêk encam dibe berpirsyarî dikeve ser milê her kesî û di serî de jî hikûmet tirk divê xwedî helwesteke rast. Buldan balkişand ser gotinên Arinç yên der barê gerîlayan de û got: “ îfadeya Arinç îfadeyeke bi xetere.  Jê pirsek tê kirin û ew j îli ser vê pirsî dibêje; Bila biçin cehnemê.  Bi vê îfadeyê heqeret li gelê kurd kiriye. Bi hedê tu kesî neketiye li ewladê gelê kurd re ev îfade bê bikaranîn. Ev gotineke provakatîf û nîjadpereste.  Ev gotin rê li ber bertekên mezin vedike. Divê demildest ji gelê kurd lêborîn bê xwestin. Ev gotin ne gotine ligel aştiyê ye. Bila neyê jibîrkirin ku  yên ku divê biçin cehnemê; zîhniyeta înkarker û asîmîlasyonê ye.  Tu çima nifiran dikî. Tu wek muslimanekî dizanî ku nifir berovajî dibin. “